22 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -213-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-22

Îro Armanc jimara 63a xurrî bi kurdî derket. Ji kêfa dilê xwe ez dikim bifirim. Hetanî nuha bi tirkî-kurmancî bû. Lê êdî ewê xurrî kurdî(kurmancî-zazakî)be.

Ji bo pîrozkirina Armanca xurrî bi kurdî min Mûrad Ciwan, Mihemedê Hekarî, Mumtaz, Mehmet Tayfûn(Malmîsanij) û Mahmûd Lewendî dawetî malê kirin.

Ji bo min îro rojeke pir xweş e, ji bo ku ez jî bûm şirîkê karekî wiha ez xwe gelkî bextewar his dikim.

Ji bo derxistina Armanca xurrî bi kurdî ez pir xebetîm, min pir zor da Mûrad, axirê di dawiyê da xeyala min bû rastî, min îro ew roj dît. Pir dilşa me.

Bi şev min ji bo meşa Uppsalayê pîroznameyek nivîsî. Ji Uppsalayê dimeşin Stockholmê.

Ez û Mumtaz çûn pêrgî meşê. Ez li dora 3 saetan meşiyam. Baran bû, şil û pil bûm. Dûra bi ereba Reşo Zîlan hatim Stockholmê.

Reşo, yek bir nexweşxana Karolînskayê, ez jî pê ra çûm, ji wir jî min texsiyek girt hatim malê. Dema gihîştim mal saet şeşê  sibê(06.00)bû.
Saet di 15.00a da me li T-Centralê li dijî êrîşên Tirkiyê belavok belav kir. Pir westiyayî me, ji hal da ketime, li hewa xewa min tê.

XXX
1987-08-22

Gurûba Tiyatroya Araratê lîstikek lîst. Ez jî çûm şevê. Nivîskarê piyesê yekî polonî bû. Navê piyesî ”Gêjin Gergerînok” bû. Lîstikek xweş bû. Piştî piyesê ez, Remzî Kerîm û Mueyid Teyib bi hev ra çûn mala me. Em hetanî derengê şevê rûniştin, sohbet kir. Saet 02.00ê şevê rabûn çûn.

XXX
1999-08- 22

Îro ez, xanim û zarok em giş bi hev ra çûn bexçeyê Bergîanska Tregården. Berê jî min carekê dîtibû. Bi rastî jî dereke pir xweş e,  muhteşem e. Mêrika baqil in û ji miletê xwe re tiştên baş çêkirine. Amerîka, daristanên baranê, Afrîka, Asya, Rojhilata Navîn, îklimên wan, darên wan anîne xistine wî bexçeyî. Meriv heyran dimîne.

Merheba! Birêz Adnan, ez bersîva tu yê bidî Muhamed Tekîn meraq dikim. Ma tiştê vî bêxlaqî gotiye rast e gelo? Gelek silabvên dostaniyê...

XXX
2016-08-22 

XXX
2016-08-22
Merheba! Birêz Adnan, ez bersîva tu yê bidî Muhamed Tekîn meraq dikim. Ma tiştê vî bêxlaqî gotiye rast e gelo? Gelek silabvên dostaniyê...

2016-08-22 17:44

XXX

Adnan:
Merheba. Gotiye çi gelo

Li ku nivisandiye. Çi nivisandiye

XXX
2016-08-22 18:52

Merheba!
Di binê nivîsa te ya li ser bûyera Entabê û Daîşê da gotibû ”Daîş û PKK herdu jî kûçik in. Ferqa wan yek kûçikê spî ye û yek jî kûçikê reş e.” Wa ye te ew şiroveya(ya Muhamed Tekîn) rakiriye. Wê gavê te nivîsa wî xwendiye, te dîtiye çi gotiye û te dîtiye li ku gotiye… Û tu dîsa jî ji min ra jî dibêjî , ”gelo çi gotiye, li ku nivîsandiye, çi nivîsandiye?” Yanî ev îş e? Min ji van pirsên te qet tiştek fam nekir…

2016-08-22 22:02
XXX

Adnan:
Keko min ewil fêhm nekir. Ji ber ku min şîroveya wî nedîtibû. Piştî min ji te re nivisand min şîroveya wî dît.. û min jê bir.. Ne mirovekî wisa ye ku ez pê re bikevim nîqaşê, jê min bêbersiv hişt.

Silav û rêz

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar