21 augusti 2022

Hin kesên cilq mîvandariyê jî şerm dibînin

Pêr çend heval bi malbatî mîvanên me bûn. Bêguman şerm e meriv tiştekî îkramî mîvanên xwe neke, ji mala xwe birçî bişîne. Êvarî me bi hev ra pariyek nan xwar û hetanî derngê şevê li hewşê rûniştin û ji xwe ra sohbet kir.

Do min di bloga xwe da çend gotin li ser şevbuhêrka me nivîsî û bi du sê risman ra belav kir.

Îro ez pê hesiyam yekî bi navê Mîr Mizarî(Mîr Qeregêçî) di Twîtterê da şevbuhêrka me bi tirkî rexne kiriye, henekê xwe bi cimata me kiriye, gotiye:

”Yên Kurdistanê dixwazin li parzemîneke dinyayê ya din nostaljiyê dikin.”

Yekî din ê bi navê Lokman Kadak jî gotiye:

”13 kes in(mêrik di risim da em jimartine), her yekî 100 euro ji xortan ra bişanda û devê xwe jî bigirta ewê pêşketineke ecêb çêbibûya.”
Mîr Mizarî lê vegerandiye, gotiye:

Vana ne 100 dolarî, gunehên xwe jî naşînin. Belkî yê dişîne ji malbata xwe ra, ji merivên xwe ra heye.”

 Lokman Kadak gotina Mîr Mizarî tesdîq kiriye, Gotiye:

” Ez zanim, zanim, vana bi birînan da namîzin.”

Qey xwestiye bibêje, ”bi tilîya kul da jî namîzin” lê hewqasî nizane.

Twîttên wan bi tirkî ne, min kir kurmancî. Ji ber ku ez tiştê bi tirkî naweşînim kopîyên twîttên wan nadim.

Ez Lokman Kadak nas nakim, lê Mîr Mizarî nas dikim, yekî qeregêçî ye, ji Mizarê ye. Jixwe ji navê wî jî ev diyar e. Carê li Stockholmê jî me hev dît, li ser niga bîstekê sohbet kir. Li Swêd dimîne.

Di medyaya sosyal da em hevalên hev in, bi riya messengerê me çend caran silav jî daye hev.

Yanî ne zêde be jî nasî û dostaniyek me heye. Û ji ber ku min nas dike, li Anqerê merivekî min gelek qencî pê kiriye. Wî bi xwe ji min ra nivîsî, got:

”Min sala çûnî li Anqerê Merovekî te nas kir. Mudurê Nexweşxanekê bû. Min navê wî ji bîr kir wele. Qedir û qimetek baş nîşanî mi da.”

A vî Mîr Mizarîyê me ji ber ku çend hevalên min ên salan êvarekê bûne mîvanên me, me bi hev ra loqak nan xwariye, rexne kiriye, gotiye vana him ”Kurdistanê dixwazin, him jî tiştên wiha ne li rê” dikin.

Meriv matmayî dimîne, meriv çawa kane mîvaniyekê rexne bike, wê li dijî daxwaza Kurdistanê bibîne?

Ez û van hevalan bi kêmasî 45-50 sal in hevalên hev in, lê Mîr Mizarî û Lokman Kadak normal nabînin em bibin mîvanên hev û bi hev ra xwarinekê bixun.

Li gorî Mîr Mizarî û Lokman Kadak fena ku em çûbin bar û pawyonê, kerxanê û me bi jinan ra kêf kiribe.

Însan çawa kane hewqasî cahil, bêedeb û zirzop be?
Li ba kurdan mîvandarî ne eyb e, ne jî qebhet e, nas, dost, heval diherin mîvaniya hev, hevdu diezimînin.

Kurd ji mîvanên xwe ra pez, ga şerjê dikin. Lê Mîr Mizarî û Lokman Kadak gotine nabe meriv him Kurdistanê bixwaze, him jî here mîvaniya hev.

Qey li gorî Mîr Mizarî û Lokman Kadak yên Kurdistanê bixwazin dibê tu carî neçin mîvaniya hev û kêfê nekin.

Rexnekirina, tinazpêkirina mazûbaniya çend hevalan bêkulturî û cilqiyeke mezin e. Meriv çawa kane şevbuhêrkek çend havalan şaş bibîne, henekê xwe pê bike û vê yekê li dijî daxaza Kurdistanê bibîne?

Mîr Mizarî
ne zarok e, peyê mest û mezin e, gerek bêedebiyeke wiha nekira. Lê diyar e ne tu meriv e, yekî cilq û xwenezan e.

Min nizanîbû Mîr Mizarî yekî wiha ye, ji ber ku ji Mizarê ye û merivê şehîdê Kurdistanê Hemîd Akil e min qedir didayê. Lê derket ortê merivekî ne layiqê wî qedrî ye, baş bû min ew nas kir.

3 kommentarer:

  1. Ez we gişa kem zedê nas dikimû dişopînim.We ji welatê xwe pir hez bikira,hûnê emrê xwêyî talyê li welatê xwê darbas bikira.Û hûnê bibyana nûmûnê ji boyî xort û qîz û cvata Kurda.

    SvaraRadera
  2. Ez tiştêkî ji terê bejim,Tû ne be ehlaq û be terbîyê biya te be rezî li min ne dikir.Min jî fikrê xwê der heqê wedê anîyê ziman.Herkês bila hedê xwê bizanibê.Hûn li virin şermoktîya Apocilixiyê dikin û dersa ehlaq didin me.Kesêk ji Kurdîstanê ne mestirê.Emrê we bi leq leqê çû.Ezê çi bîr anînê we ye pûç
    Û vik vala bûxwînim.Apocîya bi daha rehevalê we kûştin nûha hûn medhê fortê Apocîya didin.Hemîd Akil him lawê Apê minê û him lawê Xaltîka minê.Ji 78 heta nûha kesî nahatîyê zîyarêta wî mezelê wî nedîyê.Ez naxwazim mijarê dirêj bikim.Ez meraq dikim,hewqosa Xortê Kurda dûxwînin û rewşa wan gelêk xerabê,We çend Zarokê Kurda dayi xwendin,Bi axvtina vik û vala hûn forsa nedin xwê.Em giş ji malekê jî nebin,em hevdû nas dikin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Wek dibêjin, tu bi Xwedê kî tirr li ku dahs li ku?
      Mijara me çi ye tu qala çi dikî?
      Te henekê xwe bi mîvanên min û bi mazûbantiya min kiribû, te li ser me barek gotinên li rê gotibûn, heqaret li me kiribû.
      Nuha jî tu me dikî apocî, nizanim çi û çi. Nizanim em neçûne ser gorra Hemîd. Nizanim me çend zarokên kurd nedane xwendin.
      Tu bi Xwedê kî, çi têkiliyan van peyvên te yên çort, ne li rê bi mesela mazûbantiya min heye?
      Mijara me çi ye, tu qala çi dikî?
      Min milyar dolar ji wan ra mesref nekiriye, min xumar nelîstiye, çend hevalan êvarekê li mala min pariyek nan xwarine, tu qala çi dikî?
      Ma tu dîn î tu çi yî?
      Ma mîvan cara nayên mala te, tu qet naçî mîvantiya hevalên xwe, nas û dostên xwe?
      Meriv çawa kane mîvantiyê rexne bike, tinazê xwe pê bike?
      Di ser da xwedêgiravî ez û tu nas û dostên hev in.Tu li hemberî min pir bi hurmet bû.
      Lê ji nişka ve tu mahr derket !
      Nuha jî tu ji qal û bal da peyivîye, te kiriye gêrmiya gavana. Min nizanîbû tu merivekî hewqasî teşxele yî, lê bi van gotinên xwe yên bêmistewa te şexsîyeta xwe baş eşkere kir. Tu merivekî bêwefa yî.
      Dibê meriv hevza xwe ji te bike.

      Radera

PARVE BIKE