21 augusti 2022

Bûyera li Dêrikê qewimî gelo bi rastî qeza ye ya jî êrîşeke terorîstî ye?

Qezayên trafîkê yên do li Dîlokê(Entabê) û li Dêrikê qewimîn du felaketên mezin in.

Di qeza Dîlokê da 15 kes, di ya Dêrikê da jî 20 kes mirine. Li dora 40 kes jî birîndar in. Birînên hinekan giran in, yanî jimara miriyan kane zêde bibe. Di nav birîndarên Dêrikê da ev talûke heye. Hêvî dikim zêde nebe.

Tê gotin ”qeza” ye. Lê gava meriv bala xwe dide îfadeyên şahidên bûyera Dêrikê meriv lê dikeve şikê, îhtîmala êrîşeke terorîstî heye, ev îhtîmal zêde ye.

Dibê meriv saf nebe û nebêje qeza ye, dibê meriv bala xwe bide têkiliya nabêna şufêrên qeza pêşî û ya dawî.

Şufêr kî ne, ji ku ne, hev nas dikin ya na û ji bo çi herdu barhilgir li pey hev û hewqasî bi suret çûne?

Yanî dibê merivên kesên di qezayê da mirin herin ser vê meselê, dibê barhilgir baş werin kontrolkirin. Gelo bi rastî qeza ye, ya jî êrîşeke pilankirî ye?

Îro piştî min li ser bûyerê îfadeyên şahidan xwendin ez gihîştim wê baweriyê kane ne qeza be, ev îhtîmal heye. Dibê ev mesele baş were vekolîn.  

Li hemberî tofanên wiha meriv lal dibe, nizane çi bibêje. Ji do da ye ez pir xemgîn im.

Gelekî zor e, Xwedê neyne serê kesî, ji malbatên wan ra sebr û tehamulê dixwazim. Êşa wan di dilê xwe da his dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE