Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1999-08-21
Apociyan li ser rawestandina şer îro civînek çêkirin. Mîrhem
Yîgît ban min jî kiribû, ez jî çûm civînê.
Civîn ji alî Enstîtuya wan ve hatibû amadekirin. Gelek kes hatibûn civînê.
Destpêkê Mîrhem axaftinek vekirinê kir. Axaftina wî baş û maqûl bû.
Dûre yekî bi navê Sebrî Agir li ser navê ERNKê peyivî. Xwedêgiravî ewê li ser
mesela ji bo çi ewê çekan deynin, dev ji şerê çekdarî berdin agahdarî bida.
Lê
ne ew wek şexs, ne jî agahdariyên dan neket serê min. Tiştên li ser
mesela çekdanînê got bi ya min vala bûn, ne tiştên cidî bûn.
Yanî dewletê soza hin tiştan daye wan, lê gotiye dûra, ne nuha. Ez dibêjim xapandine.
Emerîka û Almanya yê jî gotine heger wan bizanîbana ewê ev gav neçe negihêje Kurdîstaneke serbixwe mesele hêsantir bû. Tirk ji wê ditirsin. Lê dîsa jî dixebitin ji bo ku Tirkiyê îqna bikin.
Heger Amerîka û Almanya di nabênê da bin, bixwazin tirkan îqna bikin baş e. Lê îş ku tirk bixwazin, tirk tu carî naxwazin dewletên mezin têkevin orta wan û kurdan.
Dûre wek panelîst Tayfûn, Emer Şêxmûs, Şerefxan Cizîrî,
Ebbas Welî û du kurdên soran peyivîn.
Piştî axaftinên wan li dora 30-40 kesî(ez jî di nav da) mafê axaftinê girtin û
dîtinên xwe gotin.
Bêyî yekî soran û Henefî Celeplî kesên peyivîn gişan rexne li siyaset û beyanên
Ocalan girtin. Yê soran û Henefî wek berdevkên Ocalan peyivîn.
Rexne li Konseya Serokatiyê jî girtin ji ber ku ew bi ya Oclan dikin û siyaseta
wî qebûl dikin.
Ji alî agahdariyê ve tu tiştekî meriv nizanibe nehat gotin,
di vê maneyê da civînê tiştekî nuh yê me nizanîbû neda, lê ji alî eşkerebûna
muxalefeta milet ve gelkî baş bû.
Berdevkên PKKê bi çavên serê xwe dîtin her kes, heta piraniya hevalên wan jî ji
vê siyaseta PKKê ne razî ne. Fêda civînê ya herî mezin ev bû.
XXX
2018-08-21
Di nabêna Abdullah Kiran û Ataol Behramoglu da minaqeşeyek çêbû. Behremoglu pir
pozblindî kir û Abdullah biçûk dît. Di dawiya minaqaşê da Abdullah jê ra got
were em vê meselê bigrin û cêjna wî pîroz kir.
Min jî ji ber vê hustuxwariyê di twîtterê da Abdullah rexne kir. Abdulah
telefonî min kir, gazin kir, got:
”Çend roj in nîjadperestên Tirkan tiştê anîn serê min ez westandim. Ez dixwazim
ev meselê edî biqede.”
Ya din min kîngê şelefî kiriye? Min ji zilam re got. Tu bênamus î.. Min got tu
şaşiya xwe qebûl bike, ez ji ber heqareta xwe lêborîn bixwazim. Ev şelefï ye?
Niha Tirk jî êrîşî dîploma min dikin? Derdê wan kifş e, tu
doza çi dikï?”
Min ev bersîv dayê:
”Ew bersîva te wek kurdekî bi min zor hat, piştî hewqas arogans û heqaret meriv
ji Beheramoglu ra nabêje were em vê meslê bigrin û ”cejna te pîroz be!”
Ev şelafî ye. Qebûlkirina şaşiya xwe tiştek e, serîtewandin diştekî din e. Ne
hewce ye meriv hewqasî xwe biçûk bixîne.”
Abdullah hevalekî me yê kevn e, em hevdu nas dikin. Lema jî heqaretên
Behramoglu bi min zor hat.
XXX
2018-08-21
Min pere ji Dara Porxelek ra neşand, min got ezê ji Umran
Peker bipirsim, hela ev Dara Porxelek kî ye?
Ez naxwazim alîkariyê ji şexsan ra, dixwazim ji kovarê ra bişînim.
Lema min Porxelek îro Umran Peker pirsî.
Li gorî bersîva Umran Peker, min dît Dara Porxelek û Umran Peker(Aran) eynî meriv
in.
Kontoya kovarê neşandin, min jî pere neşand.
Ev mesela navên sexte geleşeke mezin e, hinek bi çend navan di medyaya sosyal
da hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar