Xwedê kir ez îro westiyayî me, çimkî îro wer ximîna baranê ye, ne roja meş û gerê ye.
Min û xanimê îro xwe li meşa rojane ranekişand, em di malika xwe da rûniştin,
me westa xwe girt.
Do û pêr ez gelek caran çûm dikanan û hatim, min li xwe dananî ji mîvanên xwe
ra bibêjim, lê bi Xwedê do êvarî ji pertav da ketibûm.
Dema kêfa meriv li cî be, di nav hinge-dinga kar da meriv bi westîyana xwe
nahese, lê roja din meriv ji per û bask da dikeve û nikane here tu meş meşan.
Lema îro em wer di hundur da bûn û li hewşê rûniştin, me der
û dor topî ser kev kirin, fera-fol bi cî kirin.
Bîstekê jî min xwe li ser dîwanê dirêj kir, min çavê xwe nerm kir, xanimê jî di
telewîzyona da li programa Girtiyên Kelê ”Fångarna på fortet” temaşe dikir.
Dengê
qîjewîj û haho hahoya wan û reaksîyonên wê rê li ber xewa min negirt, ez di xew
ra çûm.
Gava meriv westiyayî be erd dibe wek pembo.
Lê ya baş û li gorî dilê me îro hewa ne xweş bû, tim baran bû, nuha jî dîsa
ximîna wê ye.
Yanî ne roja meriv biçûya bigeriya.
Min ji xwe ra got, Xwedê kir ez îro wiha westiyayî me, çimkî derve baran e, ne
roja meşê û gerê ye.
Heger hewa xweş bûya ez di hundur da xemgîn bibûma.
XXX
Baraneka pir bi heybet dibare, ne bi kûzan, bi sîtilan tê xwar. Ji ber ku pir
bi zirp dibare ji terasa me dengekî pir xweş derdikve, ez di binî da rûniştime
û li dengê xumîna baranê gudarî dikim, li pilqikên ji erdê hol dibin temaşe
dikim.
Carnan bîna xwe digre, vedike, dûra ji nişkave dîsa xumîn pê
dikeve…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar