Do êvarî me û mîvanên xwe bi hev ra şeveke pir xweş, şeveke
mişt ken û henek derbas kir.
Ji ber ku serê min ne vehesiyayî bû do min pê ra negîhand tiştekî binivîsînim.
Jixwe bi roj di nivîsa xwe da min gotibû ezê pê ra negihînim tiştekî binivîsînim. Bi rastî jî wer bû.
Cimata me şên bû, şêwr û mişêwr rengîn bûn destê min ji cimatê û ji şevbêrkê nebû
herim xwe bidim ber kompîtorê û bikim tiketik, tiştekî binivîsînim û çend
risman belav bikim...
Vê carê me tu goşt-moşt nebraşt, dûxan bi ser xwe û cîranan nexist.
Hertim girîl, goştbiraştin meriv aciz dibe. Min got vê carê bi hin xwarinên Wêranşarê ezê surprîzekê ji mîvanên xwe ra bikim. Bira hin xwarinên din tahm bikin. Baş bû ku min wer kir.
Mîvanên me giş memnûn bûn, gotin wele we pir baş kiriye we girîl nekir.
Her car goşt meriv jê aciz dibe.
Bibê nebê em hinekî westiyan, xanim hîn di nav nivînan da ye, belkî hetanî danê nîvro nikanibe rabe ser xwe.
Ez li xwe naşkînim nadim der, lê ya rast ez jî hindik newestiyam.
Lê mîvanên me yên xanim jî gelkî westiyan, mala wan ava be çer hatin rûneniştin, ew jî mil bi mil bi me ra xebitîn.
Lema jî dibê li vir ez li ser navê xwe û xanima xwe sipasî Muzeyen xanimê, Şukran xanimê, Mencê xanimê, Perwîn û Mîne xanimê jî bikim, ew jî gelkî westiyan.
Dibê ez heqê Qutbedîn Aliş jî nexum, camêr ew jî çer hat tavilê zend û bendên xwe vemalt, ket mitpaxê û gelkî alîkariya me kir. Ji me ra bulxurekî pir taybetî çê kir, zeleteyekî şahane jî çêkir û da ber.
Mahmûd Lewendî jî hin tişt kirin lê nuha nayê bîra min. Yanî ew jî camêr rûnenişt û li me temaşe nekir.
Jixwe Lewendî dema kar hebe tu carî rûnane û li hevalê xwe temaşe nake, miheqeq ew jî dest davêje karekî.
Û merivekî pir meraqdar e jî, ji dil dixwaze tiştê nuh fêr bibe û bicerivîne. Lema gelek tiştan zane, di her tiliyeke wî da huner û marîfetek heye.
Meraq xisletekî pir baş e, maka her keşf û îcadê ye.
Û gotina dawî.
Bi kurtî me do bi çend hevalan ra rojeke şên û pir xweş derbas kir, erê em û hevalên hatibûn giş westiyan lê hêja bû, xweş bû. Ne gul bêsitrî dibe, ne sitrî bêgul dibe.
Pir baş bû me festa xwe do çê kir, nuha li derve xumîna baranê ye, bi kûzan tê xwar, ez ditirsim terasa me bihedimîne. îro ewê him sar be, him jî wer bibare.
Do hewa pir xwe bû, hetanî derengê şevê em tenapîya, bi îşligê pîkin li hewşê rûniştin. Belkî li dora 25-30 dereceyî germ bû. Heger me festa xwe îro çêkira me yê rehet nekira, çimkî wer baran e.
Yanî do şansê min lê xist, ji min ra li hev hat.
Gelek sipas ji bo hemû hevalên zahmetî dan xwe û hatin mîvaniya me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar