19 augusti 2022

Şevbêrka dawî ya vê havînê

Îro mîvanên me hene, piştî danê nîvro çend heval ewê werin mîvaniya me.
Dibê ez rabim herim hawara xanimê û dest bi kar bikim. Ji ber ku mîvanê werin îro em hinekî wehîd in, lema jî îro ev nivîsa min a dawî ye.

Berî hevîn biqede dibê em festa xwe çêkin, şevbêrka xwe ya dawî bigerînin.
Îsal ez hinekî dereng mam. Hin hevalên din çêkirin, min roj bi roja da, mam heta îro.

Em çend heval her sal carê li mala hevalekî dicivin, bi hev ra loqek nan dixwein, sohbet dikin, qala xortaniyên xwe û rojên borî dikin.
Yanî em her sal çend caran cimatên wiha digerînin, şevbêrkên wiha çê dikin. Îro jî dora kaniyê dora min e.
De hetanî sibe bi xatirê we. Xanim wa ye di mitbaxê da xirte xirta wê ye, ji ber ku ez li ber kompîtorê me aciz e, wexta ban ke. Berî ew ban min ke ez rabim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE