Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-08-19
*Min rexneya li Berbangê li jimara 3/85a qedand. Di nivîsê da ez hin pêkenokên
Birîndar, nivîsa Welatevîn, nivîsa A. Tîgrîs û nivîsa li ser 15-16ê hezîranê
rexne dikim.
Min îro telefonî Şiyar(Harûn Elîaçik) kir, ezê nivîsê sibe saet di
13.00a da teslîmî wî bikim.
*Azad û Rûkenê îro dest bi dibistanê kirin. Ez bi Rûkenê ra çûm dibistanê.
Min ji Mahmûd Kîper pirsî, ji bo şeva partiyê cî girtiye ya na? Got min hîn negirtiye, sibe ezê telefonî wan bikim.
XXX
1996-08-19
Min îro 6 kitêb bi 20 kronî kirîn, him jî giş jî kitêbên nuh
in. Ji şeş kitêban yek, nameyên Gustaf Froding ji Xanimeka Ciwan ra(Gustaf Frodings brev till
en ung dam).
Gustaf Froding(1860-1911) yek ji nivîskar û şairên swêdî yê herî mezin e, swêdî pir qedir û qîmetê didinê û jê hez dikin.
Ez bi xwe jî ji nameyên nivîskaran, siyasetmedaran şandine û ji bîranînan hez dikim. Min dest bi xwendinê kir.
Meriv Gustaf Frodingê rastîn di van nameyan da nas dike. Kitêbeke
biçûk e, 95 rûpel e, lê nameyên pir ji dil in. Bi baweriya min name di nav edebîyatê da
genrê(babetê, tewrê)herî şexsî, herî samîmî ye.
Ez bi Mûrad Ciwan ra peyivîm, got Faris Medenî Marsîl dibêje me nivîsa wî
neguherandiye. Min got ne rast e, lê min dirêj nekir.
XXX
2008-08-19
Li ser bersîva birayê Latîf Epozdemîr
Ji bo ku birêz Latîf Epozdemîr, di "Dîwanxaneyê" da bi tirkî
dinivîsîne sê roj berê di nivîseke xwe da min ew û kurdên ku bi tirkî dinivîsin
rexne kiribû. Esas ji rexneyê bêtir gazina kurdekî dilsoz bû.
Vê êvarê dema min e-maila xwe vekir, min dîti ku birêz Epozdemir bersîveke
dostane û meriv dikane bibêje "maqûl" daye min. Ez dibêjim
"maqûl" ji ber ku heqaretên şexsî tunene. Ji bo vê mistewa minaqeşeyê
jî ez gelkî kêfxweş bûm. Ez ji tercûbeyên xwe dizanim, kurd zû bi zû gotinên
hev danaqultînin, şûrê wan li hember hev gelkî tûj e.
Erê di hin nuxteyan da ez ne bin hin gotinên birêz Epozdemir ra me û wan
li hember xwe wek neheqiyekê dibînim. Yanî wî jî li hin deran "zêde daye
ber dasê."Lê xem nake, ez qet li dilê xwe nagrim.
Ez wan, weke gazin û
gotinên dostekî qebûl dikim. Bi îhtîmaleke mezin hin gotinên min jî ew
êşandiye. Ji ber ku ez jî yekcarnan "neheqiyê" dikim, bêyî ku
haya min jê hebe ya jî nêta min xerab be.
Loma jî ez naxwazim bi birêz Epozdemîr ra vê meseleyê zêde dirêj bikim. Bi
baweriya min ne hewceye. Ji ber ku meqseda min ne ew bû ku ez dilê birêz
Epozdemîr biêşînim.
Ne pir ji nêz ve be jî ez dizanim ku malbata Epozdemiran ji bo welatê xwe gelek
fedekarî kirine. Ji xwe di vî warî da min tu gotineke ku vê rastiyê înkar bike
negotiye. Min tenê gazin ji tirkînivîsînê kiriye, hew.
Ji xwe min di nivîsa xwe da jî gotibû, kesê kurdînezan ji xwe gazin ji
wan nabe, em kesên bi kurdî dizanin divê ji hev ra bi tirkî
nenivîsin. Ku em jî bi "bahaneya" fêmkirina wan bi tirkî
binivîsin wê demê em zirarê didin zimanê xwe.
Axir netîceyên asîmîlasyonê naguhere ya jî baştir nabe dema em bi xwe bikin.
Min xwestibû viya bibêjim.
Birêz Epozdemîr di bersîva xwe da gelek gotinên xweş kirine, lê ezê tenê guh
bidim yekê, gotiye, "bele sebeb dilê dostan ji xwe nehêle Rêzdar
Xamo!"
Ez vê gotinê wek şîreta dostekî qebûl dikim û loma jî meselê li vir digrim.
Jixwe pêşiyan jî gotiye, gotina xweş bihara dil e.
Gelek silavên biratiyê û bi hêviya ku di rojên pêş da em hîn bêtir hevdû nas
bikin û ji bo zimanê kurdî bêtir serê hev biêşînin.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar