Riya dûr jî, ya nêzîk jî ji xwe ber naqede, dibê meriv gava pêşî bavêje, bimeşe, dûra diqede.
Karê giran jî, yê hêsan jî bi temaşekirinê naqede, dibê
meriv dest pê bike.
Kox û holika herî biçûk jî, qonax û qesra herî muhteşem jî bi xwe çênabe, ji xwe ber naqede, dibê meriv asas bikole, kevirê pêşî deyne, dest bi lêkirinê bike.
Bi rûniştinê, bi tembeliyê, bi bêhêvîtiyê em azad nabin, ji
bo ku em ji bin vê bindestiyê xelas bibin dibê em li ber xwe bidin, bênabên
bixebitin, xwe biwestînin.
Kurdistan jî ji xwe ber çênabe, dibê em ji bo wê bixebitin,
micadelê bidin, heta ku rojekê em ava dikin.
Ji her tiştî ra, ji her karî ra xebat, fedekarî û îstîkrar
lazim e. Destê xebitî li ser zikê têr e. Yê bixebite, caht û sebat bike
digihîje armanca xwe.
Em çiqasî pir bixebitin emê hewqsî zûtir xelas bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar