18 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -210-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-18
*Nameya Heyder Diljen li Havîngehê bi min ra ji Seîd Aydogmuş ra şandibû min îro dayê.

Seîd rexne li siyaseta me ya 12ê îlonl digre, dibêje ne rast e hûn bi navê komeleyên hevalên Yekîtiya Çep beşdarî civînên 12ê îlonê dibin. Çimkî hin hêz li dijî Yekîtiya Çep in. Got bi kîjan riyê meriv kanibe piraniya hêzan bîne ba hev dibê meriv bi wî navî beşdar bibe. 

Min got wê demê em dev ji komele û partiya xwe berdin û wek şexs, wek endamên Federasyonê herin civînan û têkevin meşê. Ji ber ku daxwaza Federasyonê û ya hin komele û hêzan ev e, ew li dijî komeleyên hevalên Yekîtiya Çep in.

Wî ya xwe got, min ya xwe got, me tiştek nexist serê hev. Esas dixwest bibêje dibê em dev ji Yekîtiya Çep berdin û bi Federasyonê ra hereket bikin. Yekîtiya Çep problem e, dibê em bi navê wê hereket nekin.
Min jî digot ev şaş e, madem em di nav Yekîtiya Çep da ne, dibê em wek endamê wê hereket bikin, ne ku wek em ne endam bin.

*Li ser êrîşa Tirkiyê ser başûrê Kurdistanê, ez bi çend kurdên başûr ra peyivîm, min rewş ji wan pirsî, kesî tiştekî bi cî nizanîbû.

XXX
1996-08-18

*Min îro zarokan birin hewzê Alvsjo. Gelkî kêfa zarokan hat. Ji xwe ra têr ajnê kirin û lîstin. Îsal cara pêşî ye min ew birin hewz û min xwe da ber tavê.
Di vegerê da em rastî Abidê diyarbekrî(Abid Dundar)hatin. Zarok kêfxweş bûn. Li ser niga bi hev ra peyivîn. Kêfa zarokan ji Abid rat ê.

*Min îşev telefonî malê kir, bi Faîq û diya xwe ra peyivîm. Dema bi diya xwe ra dipeyivim ji ber duayên wê sohbeta me hinekî dirêj dibe. Îşev jî wer bû. Xwedê zane vê mehê ewê çiqas heqê telefonê were.

XXX
2008-08-18

Ji Silêmanê Elîxan, berpirsiyarê rojnameya Rûdaw ra,
Birayê hêja, gelek sipas ji bo teklîfa te ku tu dixwazî ez di rojnameya Rûdawê da binivîsim.
Birayê hêja, wek hûn dizanin malpereke min bi navê Hindik-Rindik heye. Ez rojane tê da dinivîsim. Yanî herroj li ser tiştekî ya jî çend tiştan nivîsekê dinivîsim.
Ez lînka malpera xwe jî ji we ra dişînim. Hemû nivîsên min malê gelê kurd e, dema hûn bixwazin û kêfa we ji nivîsên min ra were, hûn dikanin li gor dilê xwe hilbijêrin û biweşînin.
Lê ji bîr nekin, bira navê min ji binî "neşeqite", ji ber ku li deran navê min ji binî "şeqitîye".
Xîtaba destpêka nivîsa te jî birastî gelkî xweş e,(!), te gotiye:
-Silav û rêz mamostayê bêrêz..
Destpêkeke ne xerab e...:)
Bira tiştê hîn girantir neyê gotin "bêrêzî" xem nake...:)
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

 

XXX
2018-08-18
Yekî bi navê Dara Porxelek bi riya Mesenggerê ji min ra got ew dixwaze kovara Kund ji min ra bişîne.
Min ev bersîv dayê:
”Gelek spasê ji bo bîrbirina we. Lê ez naxwazim hûn belaş ji min ra bişînin. Ji min ra navekî bişînin ezê ji hinek alîkarî bişînim, dû ra hûn kanin ji min ra bişînin. Lê nav dibê navekî nufûsê û rast be.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar