17 augusti 2022

Ax ji derdê van şelafan !

Hevza xwe ji şelafan bikin, bi wan ra nekevin kefteleftê.
Hûn çi bikin jî hûn nikanin bizanibin ew di heqê we da çi difikirin.
Geh rast lêdixin, geh çep lêdixin, li gorî dilê meriv xweş dikin. Wek cambazên ser têla ne.
Ne pesindanê, ne  jî rexnekirinê tu carî belaş nakin, miheheq hesabekî, menfaeteke wan tê da heye.

Yanî ji bo ku têkevin çavê xwediyên xwe, ji bo ku teqdîr û eferima wan qezenc bikin fêlbaziya nekin tune ye.
Lê li ba me şelafî pere dike, civata me, kultura me misaidê vî karî ye. Çimkî yên kar û rû didin şelafan hene, ne ew bin şelaf jî çê nabin.

XXX

Kî gotinên ne di cî da, ne rast tesdîq bike, jê ra serê xwe bileqîne, bibêje tu rast dibêjî mîrê min, ew merivekî şelaf û durû ye. Yê ne şelaf be ji her gotina Recep Tayyip Erdogan xwe ra li çepika naxîne.

Merivê şelaf wiha difikire: heger ez şelafiyê baş bikim, di dawiyê da miheqeq ezê rastî yekî kêfa wî ji şelafan ra tê werim û mikafata xwe bigrim..

XXX

Şelaf bi şelafiya xwe efendiyê xwe, serokê xwe dixapîne. Ji ber ku ew şelaf e karê wî zeytkirin û şalûzî ye, tu carî rastiyê nabêje. Lê belê şelaf bi şelafiya xwe ne çêyiyê, xerabiyê bi efendiyê xwe dike.

Di nav ereb, tirk û farisan xilexile şelafan e, exlaqê şelafiyê di me kurdan jî geriya ye, lema li piyasê şelaf ji şelafan ra dibêje wê da here…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE