17 augusti 2022

Kemalîst, ne kemalîst giş neyarên kurdan in

Hin kes, lê bi taybetî jî kesên dîndar, îslamî ji hukûmetê bêtir, ji AKPê bêtir "kemalîstan" û CHPê rexne dikin. Çimkî rexnekirina kemalîstan bi qasî hukûmetê û îslamîstan ne talûke ye.

Fena ku di nav tirkan da yên herî xerab, yên herî neyarên kurdan tenê kemalîst in, dîndar, îslamî, AKP, Akşener, Davutoglu, Babacan û yên din baş in, ne neyarên miletê kurd in.

Dev ji gulaşa bi hîle berdin, dîndar, îslamî, lîberal, sosyaldemorat, muhafezekarên tirk hemû kemalîst in, hemû bi qasî hev neyarên miletê kurd in.

Jixwe kemalîzim dijminatiya miletê kurd e, kesên ne li dijî azadiya kurdan tenê ne kemalîst in, yên din giş, fikrên wan çi dibe qet ferq nake, hemû antî-kurd in.

Erdogan bi qasî Kilaçdaroglu kemalîst e, Davutoglu û Babacan jî bi qasî wan kemalîst in û li dijî azadiya miletê kurd in.

Îro rexnekirina kemalîstan bi qasî rexnekirina hukûmetê û îslamîstan ne talûke ye, lê ev yek îslamîstan û yên din ji kemalîstan baştir nake, giş eynî jahr in, pîsên ji hev xerabtir in.

XXX

Tirk ji bo ku zirarê bidin kurdan rojê dikevin boyaxekê, geh direvin ba Pûtîn, jê destûrê dixwazin, geh direvin ba Îbrahîm Reîsî, geh di bin ra bi Esehed ra çava qurç dikin, dibêjin werin em li hev werin û bi hev ra şerê kurdan bikin.

Ji bo ku li rojavayê Kurdistanê kurd nebin xwedî maf û statuyeke qanûnî bi dest nexin amadene herin li Şamê destê Eshed maçî bikin û deynin ser serê xwe.

 

XXX

Ev rejîma Tirkiyê ya bêbav û faşîst îro pê da ye Kobanê û hin gundên wê topbaran dikin. Van faşîstên devbixwîn topbarankirina Kurdistana Rojava ji xwe ra kirine karekî rojane, rika xwe li me girêdane, her roj çend derên rojava topbaran dikin.

Bêbavên rûsan û hêzên hevpeyman jî dengê xwe nakin. Rûs destûrê nedin nikanin wiha bikin.

Bûne wek segên gurrî xwe di dîwarê me didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE