Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-08-17
Me civîna Armancê li Jackobsbergê çêkir. Kemal(Wehbî Aydin)nehat civînê. Mumtaz(Nîmet
Aydin) dereng jê ra gotiye.
Min du nivîsên xwe teslîmî Mûrad Ciwan kirin. Yek, wergera nivîsa Ebûbekir
Pamukçu li ser edebîyata zarokan bû. Min ji tirkî wergerand kurmancî. Nivîs
zêdeyî 13 rûpelî bû. Gelkî wexta min girt. Lê nivîseke hêja ye, zimanê wî jî
pir baş e. Li ser edebîyata zarokan nivîseke bi kalîte ye. Min bi zewq
wergerand.
Ev cara pêşî ye li ser Bûyera 49a bi mahkûmekî wê ra tê peyivîn û nivîseke wiha bi kurmancî tê nivîsîn. Ji ber ku ev yek bû qismetê min pir kêfxweş û serbilind im.
Di civînê da me nivîsên ewê di jimara pêş da derkevin tespît kirin. Ez û Mûrad jî bûn redaksîyona Armancê.
1996-08-17
Ez û xanim em çûn mala Aslan(Mehmet Kaya). Diya wî Bedriya ji welêt hatibû, em çûn xêrhatina wê. Xwişka wê û lawê birê wê miribûn, me sersaxî jê ra xwest.
Got xweha te Serwetê çend rismên daweta xwe bi min ra şandibûn lê ez nizanim min çi
kir, min li ku ji bîr kir.
Çaxa got ez nizanim min li ku ji bîr kiriye qet ne
xema wê bû, ne xwe xemgîn kir, ne jî got li qusûra min nenêre, ya jî ezê lê bipirsim. Qet ne xema wê
bû, fena ku hestê xwe wenda kiribe. Ez matmayî mam.
Meriv emanetê xelkê wenda bike xemgîn dibe, dibêje li qusûra min nenêre, ez li
ber ketim.
Lê wê bi ken got û avêt dera han.
XXX
1999-08-17
*Vêsê destê sibê, seet di 03. 00 an da li Tirkiyê, li dora
Îzmîtê, Stenbolê, Gebzeyê, Eskişehîrê erdhejeke(zelzeleyeke) di şîdeta 7.4 da çêbû,
herêma Marmarayê giş hejiya. Li gor texmînên li dora 6000 hezar mirî û jî
birîndar hene.
Zirara maddî pirr mezin e, li hin bajarên wek Golcikê, Yalowayê hema hema
xaniyên saxlem nemane. Dibêjin li Tirkiyê heta nuha zelzeleyeke wiha bi tesîr çê
nebûye, hemû Marmara wek hêlkanê hejiyaye.
Li alî din xebatên ji bo xelaskirinê tê meşandin jî di nuxta
sifirê da ne, organîze ji bin da tunye, tedbîrên berî erdhejê hema hema qet
nehatine girtin.
Li her derê kaosek mezin heye. Axir gelek dewletên din çûne gazî û hawara wan,
ekîbên van dewlatan baş dixebitin û canê gelek însanî xelas dikin.
Bêbav ji me ra xurtin, tenê dikanin me baş bikujin, lê di
felaketeke wiha da derket ortê ku çiqasî reben in. Heger ne xêra dunyayê be ewê
nikanibin miriyên xwe jî ji bin xirbeyan derxînin. Di nav kesên mirî da gelek
kurd jî hene.
Qada erdhejê jî gelkî fire ye. Ji Stenbolê bigire heta bi
Sakaryayê, Îzmîtê, Yalovayê, Adapazariyê, Boluyê, Golcikê, Bursayê û gelek
derên din di nav vê herêma erdhejê da ne.
Lema jî li gel zirara însanan zirara mddî jî bê hed û bê hesab e. Heta nuha jî
hîn rafînerîya petrolê ya golcikê venemirandine. Xelk ji wan ra vedimirînin.
*Salim(Salim Çelîker) ji Londonê hatiye, telefonî min kir, got were em hevdu bibînin. Me li çayxana Hecî(Celam Saygili) hevdu dît, me bîstekê sohbet kir. Got ez kêfî
hatime, ezê roja yekşemiyê vegerim.
XXX
2017-08-17
Ji Omer Şêxmûs ra
Kekê Omer merheba! Hêvî dikim siheta te li cî ye. Keko di 23ê îlonê(septemberê) da ez diçim Hewlêrê û di 29ê mehê îlonê da jî vedigerim. Nêta min heye herim Silêmaniyê jî. Heger numra telefon Abdulrezaq Feylê ya Kurdistanê li ba te heye xêra xwe ji min ra bişîne. Gelek silavên biratiyê Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar