Li Norweçê xwediyê vê malê sêvên zêdeyî xwe xistine nav
torbên naylon û bi çîta dora hewşa xwe ve bi darde kirine, ji bo ku cîran û yên
ji wir derbas dibin ji xwe ra bibin.
Ev adet li Swêd jî heye. Li Swêd jî malên xwedî darên mêwe, mêweyên zêdeyî xwe
di sepetan da ya jî di sandoqekê, di qutyekê da ji bo însan ji xwe ra bixun û
bibin didin ber deriyên malên xwe, yên ji wir dibihurin ji xwe ra dibin mal ya
jî dixun.
Ev adet li Kurdistanê û li tirkiyê tune ye. Heger hebe jî ez nizanim, min nebihîstiye.
Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji ber ku kes mêweyên xwe belaş li xelkê belav nake, zarok diçûn diziya rez û bexçeyan.
Bîstan jî eynî tişte e, diziya bîstanan jî meşûr e.
Li ser diziya rez, bîstan û bexçeyan di edebiyata kurdî û tirkî da gelek çîrok, metelok û pêkenîn hene.
Li Swêd û li Norweçê ne hewceyî diziyê ye, xwediyên bexçeyan bi xwe sêvan, hirmiyan dixin torban û didin ber deriyên xwe.
Kî bixwaze kane ji xwe ra rahîje torbakî û here.
Kultur û adeteke pir baş e, him mêweyên zêde xera nabin, nayên avêtin, him jî însan ji xwe ra belaş dixun. Alîkariye pir xweş e, însanan dilşa dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar