Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-08-16
42 salya PDK-Îranê bi şeveke gelkî xweş, bi întîzam, bi programeke dewlemend pîroz kirin.
Ez jî çûm şevê. Di şevên wiha da meriv gelek nas û dostan dibîne. Ez pir ji
endam û hevalên PDK-Îranê hez dikim. Çend dostên min ên hêja hene.
Merivên pir dilsoz in, canfîda, bê hêlî û xurde ne. Kurdên başûr pir luht in,
welatparêziya wan bi başûr sînorkirî ye. Dixwazin her kurd alîkariya wan bike,
ji wan ra bixebite.
Şêrko Bêkes di şevê da çend şiîrên xwe yên bijare xwendin. Camêr dîsa muhteşem bû, dilê meriv radikir pêdarê.
Soran ji Şêrko Bêkes pir hez dikin. Çimkî ew ji me bêtir jê fêm dikin, dema meriv ji zimanê yekî fêm bike meriv zane çi dibêje û kane xîtabî ruhê meriv bike.
Xwezî çend şairên me yên wek wî hebûna, wek Şêrko Bêkes bi şiîrên xwe, bi dengê xwe dilê însanan, hestên wan rakira pêdarê.
XXX
1990-08-16
Ji Redaksîyona Berbangê ra
Di jimara Berbangê ya 65a, di rûpela 26a da li gel îlana
çend kitêban, îlana kitêbeke bi navê ”Moments Metods of Torture The Mlitary
Prison of Diyarbakir” jî heye.
Li gorî îlanê kitêb kitêbeka karîkatora ye. Nivîskarê wê jî Zulfîkar Tak e.
Di îlanê da bi çend rêzan hatiye gotin, Zulfîkar Tak metodên îşkencê di
girtîxaneyên Tirkiyê da bi riya karîkatoran raxistiye ber çavan û ew bi ”TEXTÊN
ALMANΔ di pirtûkekê da top kirine.
Berî nuha jî hin girtiyan li ser îşkenceyên zindana Diyarbekrê çend kitêbên
karîkatoran weşandibûn. Min yek ji wan bi dest xistibû. Ew jî wek her kitêbê ji
kaxetê bû. Lê kitêbeke karîkatoran ”bi textên almanî” ev cara pêşî bû min
dibihîst.
Lema jî ji min ra tiştekî pir xerîb û nuh hat. Bi hawakî dudilî min ji xwe ra
got, ”qey camêr di dewsa kaxetê da te text bi kar nîye.”
Li gorî guherandinên li dinyayê dibin dibe ku di warê sinetê karîkatir ev jî
teknîkek nuh be.
Yanî kitêbeke ji textan…
Çima nebe ?
Lê cardin jî vê yekê ez anîm heyecanê, meraqa min zêde kir. Ew li aliyekî, li
aliyê din min qet fahm nekir, ”çima textê almanî hatiye bikarkanîn?”
Vê pirsê ez gelkî mijûl kirim. Dawiya daeî min got mimkûn e textê almanan ji bo
karîkatoran cinsekî baş e. Îcar ya çêtir ew bû min ji xwe ra yek bixwesta û
kitêba ”bi textên almanî” bi çavê serê xwe bidîta.
Lê berî ku ez mektûbî ji edresa xwestinê ra binivîsînim, min nivîsa Amed Tîgrîs
bi ser nivîsa ”Filîmekî Kurdî” xwend. A bi xêr(Xwedê kir) min di wê taftafê da ew
nivîsa Amed Tîgrîs xwend. Di vê nivîsê da jî cumleyek wiha heye:
-Dengê kasetê kasetê bi kurdî ye. Lê TEXTÊN wê bi swêdî hatine nivîsasndin.
Piştî vê cumleyê êdî min baş fahm kir ev TEXT çi TEXT in!
Yanî ne ew textê em her roj goşt û pîvazan li ser hûr dikin. Bi kîmasî min wer
fêm kiribû. Bi gotina ”TEXT”, armanca hevalan ne textê em giş dizanin, nas
dikin, armanca wan tekst yanî metin bûye.
Rast e bi swêdî û bi hin zimanên din tekst yanî metin wek di Berbangê da hatiye
nivîsîn tê nivîsîn. Lê bi kurdî nabe. Gava wek swêdî bê nivîsandin wek tekst
nayê xwendin, ewê wek TEXT were xwendin.
XXX
2008-08-16
Ev demeke nivîsên birêz Latîf Epozdemir bala min dikşîne. Bi
qasî ku ez dibînim kêfa Epozdemîr gelkî ji tirkî ra tê. Di vê platformê da tim
me bi nivîsên xwe yên tirkî îhya dike, ji me ra tim nivîsên dirêj û tê ra xwe
jî bi ser û ber dişîne.
Mala camêr ava, heta jê tê me ji xwendina tirkî bêpar nahêle.
Ez nivîsên kurdan yên bi tirkî pir ne mecbûr bim nexwînim, hema çavên xwe wiha
di ser ra lê digerînim. Di vê çarçewê da bi qasî ku min ji nivîsên birêz
Epozdemir fêm kiriye, nivîsên wî ne vala ne, yanî têra xwe ji heq nivîsandinê
derdikeve.
Lê ne tirkî tenê, nivîsên Epozdemîr yên bi kurdî jî xweş in, heta ji yên
tirkî gelkî xweştir in.
Hinek kurd hene bi kurdî nizanin, dema ew bi tirkî dinivîsin heta
dereceyekê meriv dikane haq bide wan.
Lê yên ku kurdiya wan jî bi qasî tirkiya wan xweş e, ez fêm nakim çima destê
wan ji tirkî nabe?
Kurdên bi kurdî nizanin dibêjin "ji ber ku em bi kurdî nizanin bi tirkî
dinivîsin" û yên bi kurdî dizanin jî dibêjin "ji bo ku kurdên bi
kurdî nizanin fêm bikin, em bi tirkî dinivîsin."
Yanî wek ku tirk dibêjin, "elewêre delewêre, kurd Mehmet nobet e"
Yanî di netîceyê da li gor sebêbên herdu seriyan jî diya kurdî tê gadan, qûş li
diya kurdî diqete, herdu serî jî kurdan asîmîle dike.
Bi qasî ku ez dizanim Dîwanxane platformeke kurda ye, di nava me da tu kesê
tirk tuneye, em hemû kurd in. De îcar ez fêm nakim ji bo çi emê rabin bi tirkî
ji hev ra binivîsin?
Platformeke tirkan be, malpereke tirkî û tirkan be okej, meriv dikane binivîse.
Lê ji bo çi emê di civateke kurdan da bi tirkî bistirên?
Û di ser da jî em bi kurdî dizanin. A ji xwe sosireta mezin jî ev e.
Nuha me bi kurdî nizanîbûya me yê bigota nizane. Lê tiştê ez dizanim Epozdemîr
bi kurdî baş dizane û di malpera Gelawêjê da jî nivîsên wî yên bi kurdî hene.Lê
li gel vê jî destê wî ji tirkî nabe.
Dewleta tirk, ji bo ku kurdan asîmîle bike heta nuha gelek dek û dolab, gelek
planên eşkere û bi dizî hazir kiriye û daye meşandin. Carcarnan haya me ji
van planên dewletê û partiyên tirk çêdibe.
Ji ber ku dewleta tirk di vê sedsalê da êdî nikane surgûn û qelîamên wek yên
êrmeniyan derbasî jiyanê bike, ji dêlî wê va giraniyê dide helandin û
asîmîlekirina kurdan.
Ji bo ku zarok û xortên kurd û bi taybetî jî keçên kurd dev ji zimanê xwe
berdin û tirkî fêr bibin, dewlet hemû îmkanan pêşkêş dike. Fersend û îmkanên
mezin dide kesên ku dev ji zimanê xwe berdide.
Rewşenbîrên kurd vê siyaseta dewleta tirk ya wendakirina kurdan baş dizanin, lê
dîsa jî ji hev ra bi tirkî dinivîsin. Û ev yek jî tradisyoneke axaftin û
nivîsandina bi kurdî di nava kurdan da xurt nake, bi kurdî nivîsandin di nava
kurdan da nabe adet û tiştekî normal. Kurdî ji fediya û tirkî jî bi dil û can
dinivîsin.
Dema meriv zimanekî bizanibe ev nayê wê maneyê ku meriv hertim mecbûr e pê
binivîse. Ziman jî wasiteyeke, dema lazim be meriv bikar tîne.
Wek min got, ez kurdên bi kurdî nizanin heta dereceyekê fêm dikim û mazereta
wan "dikirim", lê kurdên ku bi kurdî dizanin li gel vê jî destê wan
ji tirkî nabe qet û qet fêm ankim.
Kurdê ku dibêje ez li dijî siyaseta dewleta tirk ya asîmîlekirin û wendakirina
kurda me divê heta ku pir ne mecbûr in bi tirkî nenivîsin. Yên li gel vê
zanebûna xwe jî dev ji nivîsîna tirkî bernedin, nêta wan çi dibe bila bibe ew
dibin alîkarê asîmîlebûna miletê xwe, karê dewleta tirk hêsantir dikin.
Heger bi rastî em ji xwe û ji zimanê xwe hez dikin, divê em bi zimanê xwe
binivîsin. Hemû sebeb û argumanên din vala ne û xapandine û gelşeke girêdayî
hest û şexsiyeta me ye.
Divê em ji xwe bipirsin, çima destê me ji tirkî nabe?
Li gel ku em dizanin nivîsandina bi tirkî ji karê bêtir ziraê dide me.
XXX
2014-08-16
Ji Bedirxan Epozdemir ra
Di gerra xwe ya Kurdistanê da em çûn Wanê û Tetwanê jî. Me çend rojên xweş li
wan deran derbas kirin. Dr. Salih Ozgukçe erebe ixst bin me û em gelkî gerîyan.
Li Tetwanî Bedirxan Epozdemîr hat ba me û qîmeteke zêde da me. Min bi van çend
rêzan sipasî wî kir.
"Merheba birayê Bedirxan! Du roj berê em bi saxî û selametî gihîştin malika xwe.
Ji bo wê dostayiya germ û qedirşînasiya te nîşanî me da ez gelkî kêfxweş bûm û
dixwazim bi van rêzan spasiya xwe pêşkêşî te û xanima te bikim. Ji min û Hêvî
xanimê gelek silavên dostaniyê. Gelek silavên min û Hêvî xanimê bigihîne xanima
xwe jî…
Bimînin di nava kêf û xweşiyê da"
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar