15 augusti 2022

Mêş biçûk e lê mahdê meriv li hev dixe

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag do dîsa bi kurdan da ewtiya ye, gotineke pir giran ji gorrbihuştê Şêx Seîd ra kiriye.

Wek Kasim Firat jî gotiye, mêş biçûk e lê mahdê meriv li hev dixe.
Umît Ozdaxê neyarê qewmê kurd ne tiştek e, mêşeke pîsiyê ye, segekî kurmî ye, dixwaze bi ewtîna bi Şêx Seîd da qala navê xwe bidekirin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat gotiye ewê lê gilî bikin. Biryareke rast e, dibê wî bidin mahkimê. Dixwaze bira tiştek ji mahkimeyê derneyê.

Li hemberî heqaretên wiha dibê kurd him di warê siyasî da, him jî di warê huqûqî da bêbersîv nemînin, miheheqeq bersîvê bidin kesên heqaretê li kurdan dikin, gotinên bêedeb ji kurdan ra dibêjin.

XXX
Yekî gotiye berpirsiyarên Amerîkayê ji serokê hêzên pêşerge Şoreş Îsmaî ra gotine, ”heger hûn yekîtiya xwe çênekin emê alîkariyê ji ser we qut bikin.”

Min ev beyana Şoreş Îsmaîl nedîtiye, lema jî nizanim ev îdîa çiqasî rast e. Hêvî dikim rast be, bi rastî amerîkiyan ev mesaj dabin serokên kurdên başûr.

Şoreş Îsmaîl ji bo hin temasan çûbû Amerîkayê. Pir mimkûn e bi rastî jî amerîkiyan tiştekî wiha ji Şoreş Îsmaîl ra gotibin. Jixwe heta û heta wiha dom nake, Amerîka rojekê ewê vê gotinê ji serokên kurdên başûr ra bibêje. Amerîka viya nebêje, alîkariyê ji ser wan qut neke ew tu carî li hev nakin. Amerîka gotina dawî ji wan ra bibêje belkî li hev bikin.

XXX

Li Cerablûsê, li Idlibê û li hin derên din Tirkiye û çeteyên xwe yên Daîşê, îslamî bi hev ketine. Du roj berê li Cerablûsê ala tirk şewitandin, nuha tirk dibêjin wa new çend kes girtine.

Zû dereng ewê bi hev kevin, ev zulm û dagikerî ewê ji tirkan ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE