15 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -207-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-08-15
Nameya(ya jî nivîsa)min ji Ahmed Husênî r anivîsîbû di vê jimara(hej 11.12) Armancê da derket. Armnac do ji min ra hat, wexta min tunebû tavilê bixwînim. Min îro xwend. Cumleyeke di nava parantêzê da ji nivîsê derxistine. Di wê da min gotibû di Armancê da çewtî pir in.

Kesî ji min ra negot me ew gotin ji nivîsa te derxistiye. Wer xuya ye Armanc jî tiştê ne li gorî dilê xwe naweşîne, sansor dike. Dibê ji min ra bigotana em dixwazin wê beşê ji nivîsê derxin. Ezê vê meselê bi wan ra bipeyivim. Rastkirina zimên temam, lê avêtina hin peyvên Armancê rexne dike ne rast e.

MED TVê îro dîsa dest bi weşana xwe kir. Bi vê yekê ez pir kêfxweş bûm. Ji min ra ji LOTOyê milyonek kron derketa ez bawer dikim ezê hewqasî kêfxweş nebûma.

XXX
1997-08-15

Ev nêzî sê heftaye min tiştek nenivîsîye. Piştî em ji Almanyayê vegeriyan ez li ser Hindik-Rindik xebetîm, min qedand û du roj berê ji Elî Ççftçî rs şand. Li dora 140.000 herf bûn. Heger em li hev bikin ewê kitêbeke baş jê derkeve.
Tiştekî din nanivîsînim, bêtir dixwînim.
Tiştê baş, di vê nabênê da Azadê zanîngeh qezenc kir, ket beşê tarîxê. Vê yekê kêfa me anî. Li vî welatî bêyî tahsîl wek xerîb meriv perîşan dibe.

XXX
1999-08-15

Axirê Mehdîyê birê Mûrad(Mehdî Çilgin) îro hat malpera min qedand. Lê hîn gelek kêmasiyên wê hene, dema ez bi xwe fêrî hin tiştên esasî nebim meşandina wê ewê gelkî zahmet be. Tiştê esasî ez kanibim nivîsan têximê û biguherînim.
Camêr carekê nîşanî min da, lê ka ew hişê ku bi carekê fêr bibe! Hêvî dikim hiş min mahcûb neke.

XXX
1999-08-15

Namzetê MHPê yê belediya Diyarbekir Alî Dundar vêsê li ber mala xwe hat kuştin. Wek hertim qatil dîsa nehat girtin.Komentara PKKê û HADEPê ya pêşîn ev provakasyon e, ”hin hêzên tarî” yên di nav dewletê da dixwazin gava PKKê ya ji bo aştî yê avêtiye sabote bikin.

Li gor xeberên heta nuha ji Hizbulahê şik tê kirin. Dibêjên dabançeya hatiye bikaranîn ”takarof” e. Hizbilahê ev sîleh bi piranî di kuştinên xwe yên berê da bi kar anîye.

Heger ne meseleyeke şexsî be, çimkî merivên MHPê bi piranî kesên tarî ne, îddîa hinek dixwazin tevliheviyê derxin pirr ne vala ye, para rastiyê tê heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar