14 augusti 2022

Me şevbêrkek din kir bîranîneke xweş

 


Do em çend heval mîvanên hevalê me yê ezîz Nîhat û Mencê xanimê bûn. Mala herduyan ava be xwe gelkî westandin, mazûbaniyeke li gorî dilê me hemûyan ji me ra kirin.

Me bi xwarin û vexwarinên û şîraniyên xweş yên Mencê xanimê amade kiribûn û bi girîl û kibaba ji destên hoste Nîhat, Qutbedîn û Mahmd Lewendî kêf kir.

Lê kibaba bahcanî helbet min ji wa ra çê kir, çimkî dera ez lê bim ew nikanin destê xwe pê bikin, ew kibab îşê wêranşariyan e. Tam li gorî dilê min çênebû, lê dîsa jî ne xerab bû. Grîl û çevbêrk bêyî kibaba bahcanî nabe.

Şansê me hebû hewa jî pir xweş bû, li dora 28-30 dereceyê germ bû, hetanî derengê şevê em li bexçe rûniştin û me dîsa ji qal û bal, behsa her tiştî kir. Mijarên em li ser peyivîn pir bûn, wext zû çû, şev zîz bû, me temam nekir. Lê dîsa jî ne xerab bû, gişan tûrikên xwe hema hema nîvçe kirin.



Heger em hinekî din efektîf bin û dirêj nekin ewê baştir be, emê kanibin li ser gelek meseleyên din jî bipeyivin.

Tiştekî din ê baş vê carê me xanimên xwe na zêde aciz nekirin. Ji mijar û minaqaşeyên me yên serê salan e feqîran lê gudarî kirine carnan bînteng bûn, aciziya xwe nîşan dan, lê ne pir, haya me ji me hebû, me zêde dirêj nekir. Vê carê me ne şîş şewitand, ne jî kibab.

Esas bi baweriya min me minaqaşeyên xwe hinekî din jî kin bibirriya û hin mijarên ew jî tevê bibûna sohbet bikira ewê baştir bûya.



Ga hinek dipeyivin û hinek jî tim lê gudarî dikin ne xweş e, dibê cimata şevbêrkê giş tevî sohbetê bibe.
Lê tiştên wiha bi carê da nabe, jêra wext û tecrûbe lazim e, bi van sohbetan, bi rexne û pêşniyarên xaniman em hêdî hêdî xwe eyar û rast dikin.

Lema li gorî carên din şevbêrka şevê çûnî baş û serketî derbas bû. Helbet gul bê histirî nabe, yê ji bîna gulê hez bike dibê tehamulî histiriyên wê jî bike.

Ez û xanim bi hev şêwirîn, me got vê carê dora me ye, berî havîn biqede dibê em rojekê li hev ragirin.
Careke din sipas ji bo mazûbaniya hevalê me Nîhat û Mencê xanimê û xanim hevalên bi sohbetên xwe şevbêrk xweş û geş kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE