Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-08-14
Mahmûd Kîper û Salih Înce hatin male me. Me bi hev ra şîv xwar. Salih qala hin
xusûsîyetên Kemal Burkay kir. Got gava pesnê wî bidin, wî mezin û serok
bibînin, jê ra bibêjin ”abê”*, wî biparêzin pir pê kêfxweş dibe. Lê ew her tim
li dijî me ye, tim kêmasiyekê dibîne.
* Di tirkî da "abî" sifetekî, inwanekî pesindanê ye, di maneya birayê mezin da, yanî di maneya keko da jî tê bikaranîn.
XXX
1999-98-14
Mîrhem Yîgît telefonî min kir, got 21ê mehê li ser beyana
Ocalan ya 2ê tebaxê û daxwaza çekberdanê em civînekê çêdikin, em dixwazin tu jî
werî.
Li gor tiştê ji min ra got bêyî nûnerê ERNKê, ban Emer Şêxmûs, Malmîsanij, Mûrad
Ciwan û çend kesên din jî kirine.
Bi baweriya min mecal çêbibe meriv bikanibe dîtinên xwe yên
di vî warî da bibêje ewê gelkî baş be.
Lê ez zanim ewê tesîrê li biryara wan neke. Biryara ”jor” çibe ewê bidin dû wê,
li gorî wê hereket bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar