Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-08-09
Min îro zarok û Hêvî şandin havîngehê. Hevalan li ”Barnens Ö/Girava zarokan” cî kirê kirine. Min ew şandin wir. Ezê
jî roja sêşemiyê(12/8)herim. Emê bi zarokan ra hefteyekê li wir bimînin. Ji bo
zarokan pir baş e, zarokên me bi hev ra dilîzîn, hevdu nas dikin.
XXX
1987-08-09
Îro li Stockholmê li avahiya Folkethusê Şêrko Bêkes şiîrên xwe xwend. Ne kin,
ne firêj, Muhteşem bû, zîyafeteke ji şiîrî bû.
Di hin deran da meriv jê fêm
nedikir, fêmkirina hin taswîr û teşbîhên wî ji bo me, ji kesên soranî nizanin
zor bû, lê meriv jê fêm nekira jî şiklê xwendina wî, melodiya wî, hereketên wî
têrê dikir meriv mest bibe.
Bi texmîna min li dora 600-700 kesî hebû. Çepikan carnan qiyamet radikir, olan dida derve.
XXX
1999-08 09
Konseya Serokatiya PKKê bi beyanekê got Komîteya Merkezîya
wan di civîna xwe ya di 23-29ê temûzê da biryar daye ji 1ê îlonê û pê ve ewê
sîlehên xwe deynin, şer rawestînin.
PKK û rêxistinên wan giş beyanê li ser beyanê dindin, dibêjin em bi dil û can
bi beyana Serok Apo ra ne.
Lê belê di siyaseta dewletê da tu guherandinek tune ye, deweletê heta nuha çi
digot nuha jî wiya dibêje.
Yanî ne di siyaseta dewletê da, ne jî di beyan û gotinên berdevkên dewletê bi
qasî serê derziyê jî guherandinek, nermbûnek tune ye.
XXX
2021-08-28
Evdile Koçer gotiye ev demeke ew li Îskandînawyayê digere, ewê
ji Norweçê were Stockholmê û dixwaze min bibîne. Min got wey ser çavê min,
kerem bike.
Wey ser çavê min. Ezê pir kêfxweş bibim. Numra telefona min: 073 53 44 852 Tu
dixwazî kînga werî rojekê berê, ya jî çend saetan berê haya min bigihînê. Ji bo
ku em li mal bin.
Min edresa malê û numra telefona xwe jê ra şand.
XXX
2022-08-09 23:05
Ji Remezan Kizil ra
Remezan merheba! Gelek sipas ji bo hezkirin û ecibandinên
te. Dixwaze nivîsên siyasî yên li ser hukûmetê neecibîne. Tu li welêt î, ez
naxwazim zirar bigihîje te.
Bi silavên biratiyê
Remezan bersîveke pir mêrane û camêrane daye, gotiye:
Ser çaven birayê hêja. Nivîsandinên te xîtabî min dikê u ecibandin tenê kêm
dimênin. Bawer bike ku ez gelekî amade'me jibonî fikrên xwe bedel bidim. Ezê
wan gotinên teyî netewî u bi wate her dem bi ecibênim, ci dibê bila bibe. Xwezî
me gelek gelek merevên wek te hebana, lê bes me Zinarek heye u temen dirêj be.
Ez Li Amedê diminim. Di gel silavên ji dil. Rêz jibonî te
Ramazan
Tu dikarê nivîsandina min parva bikê jî. Ger tu bixwezê.”
Min nuha bêtir jê hez kir, camêr welatperwerekî ji dil û wêrek e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar