Ev çend roj in em kurd bi beyanên du zirtebozên tirk, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik û wekîlê partiya ”IP”ê Ali Agiralioglu diqeherin, wan rexne dikin.
Meriv dijminên xwe nas bike, bi heqaretên wan biqehere, wan bêbersîv nehêle, rexne bike baş e.
Lê ev ne çare ye, bi tiştên wiha tirk dev ji van heqaretên xwe bernadin.
Dibê kurd nebin hevalên wan, rayên xwe nedin wan, bi çavê ”dost û biratiyê” li
wan nenêrin, wan tim wek dagirkerên welatê xwe bibînin.
Dibê çahşên me, xwefiroş û bêxîretên me, xayinên me kêm
bibin, dibê em ji bo vê bixebitin, dibê em wan rexne bikin, ji wan ra bibêjin
dev ji hevaltiya dijmin, dev ji cahşîtiyê, ji xayintiyê berdin, hûn cesaretê didin
neyar.
Kurdên me viya nakin, ji çahş û xwefiroş û xayinên xwe ra tişekî nabêjin,
silavên xwe ji ser wan nabirin, têkiliyên xwe, dostanî û hevaltiyên xwe bi wan
ra qut nakin, bi heqaretên tirkên irqçî û faşîst diqeherin.
Ev ne çare ye, tirk
bi rexneyên çend kurdên bi bi xîret, welatparêz dev ji êrîşên xwe yên ser
kurdan, dev ji heqaretên xwe bernadin.
Bi vê riyê kurdan terbiye, çavtirsiyayî
û serkut dikin, kara xwe di van heqaretan dîtine. Hetanî kurdên bûne xulamên
tirkan dev ji wan bernedin ew jî dev ji van çêr û heqaretên xwe bernadin.
Li hemberî bêedebiyên tirkan bêdeng neman baş e, lê ji wê bêtir berên xwe bidin
xayinên xwe wan pîs bikin, wan rezîl û riswa bikin, ji qedir û qîmetê nedin
wan, bi wan ra hevaltiyê nekin, silavê nedin wan, wan ji nav xwe îzole bikin.
Bira bibînin çahşîtî, xiyaneta bi qewmê xwe ra karekî pîs e, ne bêbedel e,
meriv rezîl dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar