09 augusti 2022

Bi kinî çîroka sê Armancan

Wê rojê dostekî min ê hêja, rojnamevanekî jîr û meraqdar li ser hebûna sê Armancan pirsek ji min kir, got ”Amed Tîgrîs dibêje li Swêd sê Armanc derketine. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?”

Min bersîv dayê, min jê ra got rast e, li Swêd, li Stockholmê sê Armanc derketine.

Dixwazim li ser çîroka derketina sê Armancan çend gotinan bibêjim. Heger di gotinên min da şaşî hebin bira heval rast bikin, ji bo ku ji tarîxê ra rast bimîne.

Armanca pêşî di gulana 1979a da derket, ez ne şaş bim heta 1982 ya jî 1983a we rojnameyekê dom dikir.

Dûra di dawiya 1980î da, di nabêna 1982-1983a da partiya me KÎP/PKK perçe bû, bû du beş. Li Swêd jî em bi hev ketin, em yên vir jî bûn du beş.

Hevalên ji me veqetiyan wan jî kovareka bi navê Armancê derxistin, me jî ya xwe domand, bû du Armanc.

Me got em partiyê û Armancê temsîl dikin, wan jî gotin na em temsîl dikin. Wan Armanca xwe, me jî Armanca xwe derxist. Ne wan, ne me dev ji navê Armancê berneda.

Piştî demekê îcar ew ji hev veqetiyan. Amed Tîgrîs, Wehab Serîn, Saîd Guven, belkî çend kesên din jî ji hevalên xwe(Vîldan Saîm Tanrikulu, Keya Îzol û Kutbedîn Aliş û çend hevalên din) veqetiyan, vê carê ew bûn du beş.

Bi vî hawî em bûn sê gurûbên DDKD/KÎPê û Armancê.
Yên ji wan veqetiyan jî kovarek bi navê Armancê derxistin. Bi vî şiklî li Swêd sê Armanc derketin.

Yanî hetanî em bi hev ra bûn me Armancek derdixist, dûra bû du Armanc, dûra bû sê Armanc.

Armanc 1: Mûrad Ciwan, ez, Mahmûd Kîper, Heyder Diljen, Faris Medenî Masîl, Mahmûd Lewendî, Malmîsanij û hin hevalên navên wan nuha nayê bîra min
Armanc 2: Vîldan Saîm Tanrikulu, Keya Îzol, Amed Tîgrîs, Îhsan Espar, Wehab Serîn, Saîd Guven.

Armanc 3: Amed Tîgrîs, Îhsan Espar, Wehap Serîn, Saîd Guven.

Lê helbet ev navên min li jor dane kêm in, gelek navên din jî hene. Ji bo tespîtkirina navan bi temamî dibê meriv li redaksîyonên hersê Armancan binêre.

Herdu Armancên piştî veqetandina ji Armanca pêşî çend jimar derxistin dûra sekinîn, me Armanc mehane hetanî jimara 62a dom kir.  
Piştî jimara 62a me formata Armancê guhert, ji A4 kir A3 û xurrî kurmancî. Armanc êdî bû rojnameya mehane.

Hersê Armancên berê kurdî-tirkî bûn. Lê Armanca ji 63a hetanî 178a xurrî bi kurdî bû.
Herdu Armancên din kînga dest bi weşana xwe kirin, çend jimar derketin ez nizanim, dibê meriv ji hevalên ew derxistin bipirse.

Li ser tarîxa partiya me, komelyên me, kovar û rojnameyên me derxistine tu lêkolîn tune ye, ev yek kêmasiyeke mezin e.

Heger ji nava tevgera me hevalekî dest bavêta vê mijarê û li ser tarîxa partiya me û weşabên derxistine, Devrimcî Demokrat Gençlîk, Pêşeng, Armanc, Hêlîn, Hêvî, Medya Guneşî lêkolînek bikira ewê pir baş bûya.

Li welêt belkî îro hinekî zor be lê li dervayî welê ev îmkan heye, yê bixwaze kane karekî wiha bibe serî û ji tarîxa me û arşîva miletê kurd ra dokumentek baş bihêle.

2 kommentarer:

  1. Meseleyeke pir enteresan e ew: Li Swêdê Sê Armanc. :) Min nav jî danî. Xwezî hemî hejmar bi dest min ketana, lêkolîneke berfireh heq dike ew meseleya. Ji Apê Zinar dîsa malumatên muhîm û têrdîrokî. Spas, barek gul û çîçek. Omer Faruk Baran

    SvaraRadera
  2. Rast e ev mesele hêjayî lêkolînekê ye, min di nivîsa xwe da gotiye. Meseleyeke din, gelo meriv çawa zanîbû kîjan Armanc ya kîjan gurûbê ye?
    Ez bawer dikim sloganên, şîarên ser qapaxên wan ne wek hev bûn, bi vî hawî meriv ew ji hev digerandin.
    Slogana me ya ser Armancê "Serxwebûn Demokrasî Sosyalîzim" bû. Yên wan tiştekî din bû. Belkî mîzanpajên wan jî ne wek hev bûn.
    Jimarên hersê Armancan jî li Kitêbxaneya Kurdî û li ba Lutfî Baksî hene. Belkî li ba Vîldan Saîm Tanrikulu û Mahmûd Lewendî jî hebin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE