Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-08-10
Me civîna Redaksîyona Berbangê bi Komîta Karger û Komîta Çavdêr ra çêkir.
Min, Bavê Nazê û Mueyid Teyib gotibû em ji Radaksîyona Barbangê îstîfa dikin.
Civîn ji bo vê hat çêkirin. Em nikanin bi Henîfî Celeplî ra bixebitin. Midaxeleyî karê me
dike. Em gelkî peyivîn. Henîfî tim got ew rast dike.
Min îstîfa xwe nivîskî da. Bavê Nazê û Mueyid bi devkî gotin ew naxwazin dom
bikin.
XXX
1987-08-10
Ji bo protestoya 12ê îlonê îro ez dîsa bi Seîd Aydogmuş ra peyivîm. Min jê ra got gelşa "KÎP"ê cardin heye. Min berê jî jê du caran jê ra gotibû. Emê li hemberî wan çawa hereket bikin?
Min gotibû heger pêşniyareke we heye ji me ra bibêje. Wa ye "Komîteya Piştgiriya Gelê Kurd" pêşniyar dibe, KÎP jî di nav wê da ye.
Xwe qeherand, got ez fêm nakim çi îşê vê komîtê bi protestoya 12ê êlonê heye? Çimkî ew hêzên Kurdistana Îranê û Îraqê ne.
Min got hêzên Kurdistana Bakur jî tevê hene. KUK-SE û Tevgera Sosyalîst tevê ne.
Gor ezê sibe bi hevalan ra bipeyivim û ji te ra tiştekî bibêjim.
XXX
1996-08-10
Ez û Salim Çelîker em çûn mala Heyder Diljen. Heyder ji me ra hinekî qala welêt
kir û rewşa hevalan û milet kir. Got heta salekê, du salan ezê vegerim, nêta
min ew e. Em li wir şevder neman, em saet di 23.00a da vegeriyan.
XXX
1999-08-10
*Pênc endamên Parlamentoya Kurd ya li Dervî Welat li ser xebera
ku Tirkiye dixwaze wan jî wek Soysal bi ajanên xwe birevînin bi nivîsekê muracaetî
hikûmetê û pûlisê Swêd kirin ji bo ku wan biparêzin.
Îro di hemû ajansan ev xeber hebû. Bi baweriya min tiştekî baş kirin haya hikûmetê gîhandinê û bîr û
raya giştî ji vê hewildana Tirkiyê agahdar kirin.
Çimkî bi rastî jî wê rojê di rojnama Mîllîyetê da bi sernivîsa “Avrûpa da
PKK avi/Li Ewrûpayê nêçîra PKKê” xeberek
hebû, di xeberê da digot serdozgerê dewletê emir daye li Ewrûpayê van kesana bigrin,
bibin Tirkiyê.
*TKSPê(Partiya Kemal Burkay) li ser beyana Ocalan ya 2ê mehê
belavokek belav kiriye, îro ket destê min. Belavoka wan pirr xerab e. Dibêjin
em tim li dijî şerê çekdarî bûn û me digot şerê çekdarî çewt e PKK li dijî me
derdiket, êrîşî me dikir, lê vaye îspat bû bi şerê çekdarî meriv nikane tiştekî
bi dest xe.
Lê him uslûbê belavokê û him jî îddîa ”em tim li dijî şerê çekdarî bûn” ne rast
e.
Ne li dij bûn, lê ji wan nedihat, heta çend caran teşebus jî kirin lê bi ser
neketin.
Îcar nuha di rojeke wiha xerab da radibin quretiya dikin, dibêjin em li dijî şerê
çekdarî bûn.
Ya din jî PKK di şer da neşikiyaye, di vî warî da wenda nekiriye. Yanî
çekberdana wan ne ji ber têkçûna çekdarî ye, jiber sebebên din e; ew jî rewşeke
pirr taybetî ye.
XXX
2008-08-10
Abdurehman Onen li ser navê gundan dixebite. Lîsteyek navê gundên Wêranşarê
şandiye. Lîsteyeke him ne temam e, him jî gelek nav dubare ne. Min jê ra rast
kir, navên kêm lê zêde kir.
XXX
2008-08-10
Ji Abdurahman Onen ra!
Bira, vaye min qedand. Bêyî navên te ji min ra şandibûn, navên li xwe jî min di
bin da nivîsî. Ez bi tirkiya wan nizanim. Tu yê di beşê kurdî da kontrol bikî,
heger tê tunebe tu yê lê zede bikî û dema hebe jî tu yê bavêjî.
Bi hêviya ku ewê bikêrî te were.
Dosya te dawiyê şand min venekir, ne hewce bû. Dosya "Gundên
Wêranşarê" ya rastkirî ye.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Subject: Re: Navên Gundan
Date: Sun, 10 Aug 2008 13:34:38 +0300
Abdurahman Onen:
Merheba,
Jibîrkirina pêvekirina dosyayan tê serê me herkesî, ne ji
yextiyarî ye:)
Wele tu tibabekî li ser xebitîye, gelek spas.
Bi awayê ku te serast kiriye ji te re ji nuh ve bi navê
"Wêranşar1" dişînim.
Di xweşîyê de bimîne...
XXX
Original Message
From: zinare xamo
To: Abdurrahman Önen
Sent: Sunday, August 10, 2008 10:22 AM
Subject: RE: Navên Gundan
Min efû bike, min ji bîr kiriye dokumentê pêve kim. Hela
carê li viya binêre, dû ra Xwedê mezin e.
Zinar
From: aonen56@hotmail.com
To: zinarexamo@hotmail.com
Subject: Re: Navên Gundan
Date: Sun, 10 Aug 2008 01:56:29 +0300
XXX
Merheba,
Gelek spas ku te serê xwe pê êşandîye, lê ji ber ku te dosya
ji min re neşandîye guhertinên te neketîye dest min.
Îjar ez ji te re dosyaya Word dişînim, navên gund û mezrayan
tevlihev tê de ne û li gor navên Tirkî hatine rêzkirin.
Ji hêla navên Tirkî problem tune, navên kevn yên ku tuyê
binivîsîne bi rengekî din be baştir dibe.
Di lîsteya min de 330 nav hene, ji ya te hebekî zêdetir in:)
Sûretê "Tapûya Wêranşarê" baş e, lê li wir jî wê
problema rastnivîsa navên kevn hebe.
Xwîya ye ezê hebekî serê te biêşînim û te biwestînim, lê qey
tuyê îdare bikî.
Di xweşîyê de bimîne...
XXX
Original Message
From: zinare xamo
To: Abdurrahman Önen
Sent: Sunday, August 10, 2008 12:49 AM
Subject: RE: Navên Gundan
Merheba Abdurehman!
Navên ku ez jê bawer bûm min rast kirin û li hember
bi reş nivîsî. Ev şiklê te ji min ra şandiye(exel) ji bo min pir
zahmet bû. Heta min nivîsî çermê eniya min qetiya. Min nikanîbû bikira Word. Ez
hêvî dikim bi kêrî te bê.
Lê li ba min sûretekî ji "Tapuya Wêranşarê" heye, li ser
kaxetê ye. Ji bo ku ez wan di kompîtorê da binivîsim hinek wext lazim e. Heger
sebra te hinekî hebe ez dikanim di rojên pêş da wan jî ji te ra bişînim. Ez
bawer dikim navên di lîsteya te da kêm in. Di lîsteya li ba min da navê 217 ya
jî 220 gundan heye. Lê ne dubarene.
Ya jî heger tu ji min ra edresekê bişînî ez dikanim li ser kaxetê rast bikim û
sûretekî ji te ra bişînim. Êdî tu bi qîma xwe yî. Kêjan ji bo te baş e wi ya ji
min ra bibêje.
Di mesela kompîtorê da ez pir nezan im. Heger tu kanî qalibekî bi Wordê ji min
ra çêkî û bişînê ez dikanim di wir da binivîsim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
From: aonen56@hotmail.com
To: zinarexamo@hotmail.com
Subject: Navên Gundan
Date: Tue, 5 Aug 2008 00:18:19 +0300
XXX
2008-08-05
Abdurahman Onen
Merheba,
Min ferhenga erdnîgarî ya
Kurdî xelas kir, bawer im wê di Payizê de çap bibe.
Aniha jî li ser navên mezra,
gund, navçe û bajarên Kurdan dixebitim.
Ji bo navên gundên Wêranşar
û Sêregê ji te alîkarî dixwazim, min bi giştî navên gundên herdu navçeyan
pêdekirine, lê hin navên kevn kêm in, hin jî nerast hatine nivîsandin.
Ez ji te re dosyaya navên
gund û mezrayên Wêranşarê dişînim, hek tu kanibe bibe alîkar ez kêfxweş dibim.
Di xweşîyê de bimîne...
XXX
2022-08-10
Keçikek bi navê Şêx Zelala ji Fînê ev mesja ji in r aşandiye:
”Gelo izna te heye ku ez te wekî referans bidim nîşan û navê te li CVya xwe
zêde bikim?
Ji bo zelaliyê. Ez Sêrtî me, lê li Stenbolê dijîm. Li vir
mezin bûm. Min beşa bîyolojîyê qedand û min formasyona wê beşê jî girt; lê, ji
ber ku min ji beşa xwe hez nekir ez ketim kargeha/şirketa malbatê. Ji bo demeke
kurt ketibûmê û paşê tê de mam. Em karê Şêwirmendîya bacê dikin. Min biryar
daye ku karê ku hez dikim bikim. Yanê Kurdî, medya û medyaya Kurdî. Ji bo wê jî
ez ê ji çend saziyên me re CVya xwe bişînim.”
XXX
Merhaba Zelalal hêja!
Xanima hêja ez te nas nakim, nasiya min û te di çarçeweya medyaya sosyal da ye.
Ez te wek kurdeka welatparêz û dilsoza zimanê xwe zanim. Tu kanî navê min
binivîsîne. Lê dema te ji min bipirsin ez çiqasî te nas dikim ezê wiya bibêjim.
Yanî li ser te nikanim tiştekî zêde bibêjim. Çimkî em şexsî hevdu nas nakin,
heta min nizanîbû tu ji ku yî û çi karî dikî. Heger te viya qebûl e, ser serê
min navê min binivîse.
Bi silavên biratiyê
10 aug. 2022 9:34 em
XXX
Rast e ezbenî. Hama ewqasê bibêjî besî min e. Yanê bi qasî
ku nas dikî. Ez endama Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê me û dersdareke wan im. Yanê
jiyana min a sosyal çawa be, ya reelê jî wisa ye. Ku cenabê te destûr bide ez
qebûl dikim ezbenî.
10 aug. 2022 9:56 em
Li ser vê, min got baş navê min bide:
Temam, binivîsîne. Wek min got, dema ji min pirsîn ez te
çiqasî nas dikim ezê hewqasî bibêjim. Bi hêviya serketinê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar