10 augusti 2022

Li hemberî cahşên xwe dibê em çi bikin?

Tirkan bi xebatê, bi siyasetê û bi tirsandinê gelek kurd kirin hevalên xwe. Dibê em jî bi xebat û siyasetê wan kesan ji cepheya dijmin veqetînin, vegerînin ser koka wan.

Helbet em nikanin her kesê bûne cahşên dewletê vegerînin, hinek ewê tu carî dev ji xulamtî û zilamtiya tirkan û Tirkiyê bernedin.

Lê heger meriv baş bixebite, li hemberî wan siyaseteke rast bimeşîne gelekên wan ewê dev ji hevaltiya dijmin berdin.

Tu kes ji diya xwe baş û xerab nabe, îdeolojî, tercîhên siyasî meriv dûra hildibijêre.

Ma ji me kî ji destpêkê da kurdperwer bû, ji bo azadî û serxwebûnê dixebitî?

Em giş bi xebatên hinekên din bi xwe hesiyan, bûn merivên kurdpewer û ketin nav xebata ji bo azadiya kurd û Kurdistanê.

Di vê riyê da hinek hatin, hinek çûn, hinek ji dijmin veqetiyan hatin ba me, hinek çûn ba dijmin. Yanî dibê em hevalbendiya bi dijmin ra normal nebînin, wê wek xiyaneta bi qewmê xwe bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE