10 augusti 2022

Gerek em van qetlîamên Tirkiyê bisekinînin !

Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û zulm û zora li kurdên Kurdistana Bakur dikin sînorên tehamulê derbas kiriye. Ji ber vê zulm û terora Tirkiyê ez pir nerehet û bêhuzûr im, ji dilê min nayê henekekê bikim.

Dibê ev dewleta har, êrîşkar tarûmar bibe û ev miletê irqçî, faşîst derbeke mezin bixwe, ji bo ku hinekî biaqil û terbiye bibe. Bûne gurên har û bi me ketine, li tu dera dunyayê rehetiyê nadin me.
Li Tirkiyê, li Kurdistanê ne bes e, li Swêd jî me terorîze û bêhuzûr dikin, wek segên narkotîkayê bi şev û roj wer li pey kurdan in.

Vê hukûmeta îslamî-faşîst ji zûda ye ji nazîyan jî xerabtir kiriye. Lê ji bo ku em kurd in kes dengê xe nake, kes qala zulma Tirkiye li me dike nake.

 XXX

Tirkiye li hemberî kurdên Rojava şerekî dirinde, faşîst dimeşîne. Ev demeke her roj bi droneran herî kêm 4-5 kesan dikujin. Îro li Qamîşloyê dîsa 4 kes kuştine. Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar îro gotiye ji Efrînê heta bi sînorê Îraqê korîdora terorê ye, emê vala bikin.

Mêrik eşkere dibêje emê kurdên Rojava gişan bikujin, Rojavayê Kurdistanê ji kurdan vala bikin.

Ev gefeke pir mezin e. Her roj çend kurdan dikujin ji bo ku kurd jî bersîvê bidin û dest bi êrîşeke mezin bikin, K. Rojava bi tevayî dagir bikin. Dibê ev gurên har werin sekinandin.

Dibê Pûtîn, Bîden, Neteweyên Yekbûyî vî gurê harê devbixwîn bisekinînin! Ev jenosîda miletekî mezlûm e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE