10 augusti 2022

Serokên Îraqê tam bûne bindestiyên tirkan

Serokwezîrê Îraqê Mistefa El Kazimî di merasima avakirina balafirxaneya Mûsilê da gotiye du şîrketên Tirkiyê ewê balafirxaneya Mûsilê çêkin.

Bi rastî jî Mistefa El Kazimî û birêvebirê Îraqê pir bêheysîyet in. Heger dirhema namûs bi wan ra hebûya çêkirina balafirxaneyê nedidan şîrketên tirk.

Tirkiyê wê rojê 9 jin û zarokên wan kuştin û got ne em in. Tirkan qet guh nedan ewtîna wan, gotin navê me negrin devê xwe, ne em in, PKK ye.

Piştî vê qetlîamê meriv avakirina balafirxanê nedida şîrketên tirkan.
Yanî him ne sivîl kuştin, him jî tinazê xwe bi wan kirin.

Tirkiyê ji çara yekê Kurdistanê dagir kiriye, bi dehhezaran leşekerên Tirkiyê di nav sînorên Îraqê da ne û dibêjin em dernakevin.

Lê ereb dîsa jî balafirxaneya Mûsilê bi tirkan didin çêkirin. Meriv hewqasî jî bêxîret nabe, qet li ber xwe nakevin, bûne êsîrên ber destên tirkan. Tufî li we, hûn têkevin binê erdê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE