11 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -204-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-11
*Min telefonî ciyê karê xwe kir, min got ez nexweş im, nikanim werim kar. Min berê ji wan ra gotibû di 14ê mehê da ezê dev ji kar berdim.
Piştî kuştina Olof Palme jiyana min a kar serobinî hev bûye, ji ber ku ez kurd im kal û pîr, lê bi piranî jî yên kal qebûl nakin ez herim alîkariya wan bikim.

Rojname her roj qala "şopa kurd" dikin, dibêjin PKKê Palme kuştiye. Ev yek tesîreke ne baş li însanan dike. Lê Swêd dîsa baş e, kes êrîşî kurdan nake. Heger eynî tişt li Tirkiyê bûya nuha kurdên nav xwe perîşan kiribûn.

*Îşev li mala Mûrad Ciwan raketim. Ez û Mûrad emê sibe bi hev ra herin havîngehê ba hevalan. Me havîngehek kirê kiriye, çend heval emê hefteyekê bi hev ra bimînin.

XXX
1996-08-11

Li Komela Nivîskarên Kurd li ser rewşa edebî li Kurdistana Rojhilat semînerek hebû. Yê semîner da kurdekî ji Kurdistana Rojhilat bû. Merivekî wek ansîklopediyê bû. Di warê edebiyatê da hema hema qala her tiştî kir.
Lê bi min hin tişt pir mubalexe dikir, zêde mezin dikir. Ji alimekî edebî zêdetir dişibiya meleyekî zana. Ji xwe ew merivekî dîndar bû, Quran wergerandibû kurdî.

XXX
2018-08-11 19:06
Ji Cemal Ozçelik ra

Cemal, ronakbîrê te Murad Ciwan, bûyera Gewerê di eynî rojê da bi tirkî wiha protesto kir:

”Yên zarokan, jinansivîlan qetil bikin nikanin bi şervanên aazadiyê bin. Ew ancax meqlûqatên tevgera azadiyê reş dikin. PKK/KCK dibê bêyî ku tu şertekî bide pêş sîlehên xwe deyne.”

Lê dema derket ortê têkliliya PKKê bi bûyer tuneye, bûyer qeza ye, tupê LPGê teqiya ye, qet dengê xwe nekir, bi yek gotinê jî manîplasyon û dezînformasyona dewletê rexne nekir.

Ev jî bersîva Cemal e:

Rast e biracan. Ji xwe di nivîsa xwe de min îndîrekt bersîva vê daxwuyaniyê da.

Cemal:
Ez bawer im bi islûbeke xweştir, lê zelal kesên bi vî rengî karibin bînin ser riya rast

A din, dema cara din min li ser rexneyê li dij m.ciwan nivîsand, qesda min ne tu û kesên wek te bûn. Adresa wê nivîsê cuda bû. Li gel silavên ji dil.

XXX
2018-08-11 23:43

Cemal, tu zanî tiştê min matmayî dihêle tu hîn ji Mûrad hêvieykê dikî, tu hîn jî bawer dikî tu yê bi rexneyên xwe Mûrad "bîne ser rêya rast !" Ecêb e ! Heger qebûl bikirana Mûrad nuha ji AKPê di meclîsê da bû . Tu çawa kanî hewqasî "saf" bî ez fêm nakim ! Tiştê te ji bo Mûrad gotine ez tu carî ji bîr nakim... Lê helbet her kes di raya xwe da serbet e, tu ne mecbûr e wek min bifikire. Lê min ev yek ji te hêvî nedikir, min digot li hember kesên wiha tu yê hewqasî ne xweş bîn bî... Ez şaş bûme...

 

Cemal:
Ev işaret bi şaşî hat

Ez jî ji ber murad matmayî me, gerek xwe nexista vê rewşê
Lê wext lazim e. Ez bawer im ewê hinekî baštir bibe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar