11 augusti 2022

Rojê 120 balafirên Rûsyayê tên Tirkiyê

Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîkayê saha hewayî li balafirên Rûsyayê girtine, lê rojê 120 balafir ji Rûsyayê tên Tirkiyê û hewqas jî diherin Rûsyayê.
Qismekî rêwiyên rûs li Tirkiyê dimînin, lê piraniya wan ji Tirkiyê difirin Ewrûpayê û welatên din.

NATO, Yekîtiya Ewrûpa li vê tîcareta Tirkyê ya bi Rûsyayê ra temaşe dikin, kes newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje.

Erdogan bi vê tîcareta bi Rûsyayê ra rojê him bi milyaran dolar qezenc dike, him jî destegê dide şerê Pûtîn, çerxa aboriya wî digerîne.

Xwedê giravî Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ambargo danîne ser Rûsyayê, çûyin û hatin li balafirin Rûsyayê qedexe kirine, lê Erdogan guh nade biyarên Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê, wî deriyê Tirkiyê ser piştî ji Rûsyayê vekiriye, Pûtîn di vî deriyê Tirkiyê ra her karê xwe dimeşîne, her hewcedarî û lazimiyên xwe temîn dike.

Şerê Rûsyayê û Ûkraynayê ji bo Erdogan bû wek bilêta Millî Pîyango lêxe, mêrik bêrîkên xwe û yên hevalbendên xwe baş tije dike, rojane bi bi milyaran dolara dikve kasa Tirkiyê û bêrîkên tirkan.

Çarhawêl pere bi ser Erdogan da dibare, delaliya xwe ji Rûsyayê digre, ji Ûkraynayê digre, ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê digre, ji Neteweyên Yekbûyî alîkariyê digre, ji koçberan digre, yanî mêrik ji gelek deran dixwe, pera di ser serê xwe davêje.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE