12 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -205-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-08-12
*Îro Mûrad Ciwan, Mamoste Nûjen, Salim Çelîker, Abid Dundar û Yilmaz(Selîm Bakaç) mîvanê me bûn. Hewa xweş bû, em çûn parka nêzî mala me, me ji xwe ra goşt biraşt û xwarina xwe li wir xwar. Pir baş bû em ji hundur derketin.

*Min vê heftê îzin girtiye, ezê li malê bim. Ewê hewa pir xweş be. Em ji xwe ra li Stockholê hinek bigerin. Li Stockholmê gelek derên xweş hene me nedîtiye.

XXX
2011-08-12

Birayê Hîcrî(Hîcrî Îzgoren) merheba!
Bi qasî ku ez dizanim tu bi kurd î û ji herêma Diyarbekrê yî. Lê heta nuha ez qet li nivîseke te ya kurdî rast nehatime. Dibe ku min hin helbestên te yên werger xwendibin, lê bi rastî nuha baş nayê bîra min.

Lê tiştê ez dizanim tu qet bi kurdî nanivîsînî. Ji bo çi?
Gelo tu qet bi kurdî nizanî, ya jî tu zanî lê tu cesaret nakî bi kurdî binivîsînî?

Heger tu bi kurdî(kurmancî, zazakî)dizanî û nanivîsî tu pir eyb dikî.

Heger tu bi kurdî nizanî ya jï hindikî dizanî lê fêr nabî tu dîsa eyb dikî.

Keko, hewcedariya kurdan îro bi nivîskar û şairên tirk tune ye, hewcedariya kurdan bi nivîskar û şairên kurd heye.

Heger tu kurd î(ku şika min ji vê yekê tuneye û ez dizanim te pir zulm jî dîtiye) û tu dixwazî gelê te asîmïle nebe, wê demê dibê tu ne bi zimanê dijmin, bi kurdî ji gelê xwe ra binivîsïne.

Nivîsên bin tirkî di roja îro da bêyî pêşxistina asîmîlasyonê tu xizmetekê ji kurdan ra nakin.

Ronakbîr, nivîskar û edïbên her miletî, ziman û edebiyata gelê xwe bipêş dixe, bilind dike, gelê xwe dike xwedî zimanekî standart û edebiyateke bilind.

Lê ronakbîr, nivîskar û edîbên kurdan bira pêşdabirina ziman û edebiyata kurdî li wir bimîne, ew jî kurdan asîmîle dikin, ji siyaseta asîmîlasyonê ra dibin alîkar.

Bi dîtina min ji bo şairekî wek te kêmasiyeke pir mezin e ku tu hîn jî nikanibî bi zimanê xwe binivîsînî...
Li gel silavên dostaniyê
Zinarê Xamo


XXX
2013-08-12

Husên Duzen îro ev mesaj ji min ra şandiye. Ji bo min bû wek surprîzekê. Sala 1976a ez di mitînga Mêrdînê da peyivîbûm û min şiîra Cigerxwîn ”Ey kar û gundî, dem hatiye, bes e rabin!” xwendibû. Husên di komîta mitîngê da bûye. Ev şiîra min di bîra wî da maye, xwestiye bixanibe hela rast di bîra wî da maye, ya na?
Min got rast e û ev bersîv dayê:

”Silav kek Zinar, ez van rojan nivîsekê dinivîsim. Gotin hat ser Newroza 1976 an. Qederê di bîra min de maye, te jî wê rojê li Mêrdînê helbeteke Cegerxwîn xwend. "Nanê wan, nanê wan bû bela serê wan."
Rast di bîra min de maye?
Ji te pê ve jî Fuad axivîbû. Ez di koma rêvebir de bûm lema 1979 de li dijî me doz li Amedê hatibû vekirin.
Min tenê xwest ku ez kotrol bikim, bê hiê min bash alîkariya min dike.”

Wey merheba!
Bi vê pirsa te ez kêfxweş bûm. Fûad Onen qala axaftina xwe kiribû lê qala helbesta min nekiribû.
Heta ne qala min tenê, qala kesê din jî nekiribû.
Vê şêla wî ez hinekî matmayî hîştibûm. Ezê rojekê jê ra bibêjim.
Ji ber wê axaftina min doz li min hat vekirin, lê ez nehatim girtin. Serkeftin ji bo xebat te.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar