12 augusti 2022

Karê ji acizî

 

Bîstek berê ji bîntengiyê min dîsa zend û bendên xwe vemaltin û ji xwe û xanimê ra ev pasta bi zahferanê çêkir û da ber qahwa xwe.
Li ber qahwa swêdî pêxwarineke hebe xweş e. Ji qahwa kurdî ra ne hewce ye, dendîyek çokolat têrê dike.

Hinekî zuha bûye, min 2-3 deqa berê derxistiba ewê nermtir bihata, lê dîsa jî ne xerab e.

Min li gorî tarîfê çê kir, lê wer xuya ye tîna firna me hinekî zêde ye, dibê min 2-3 deqe zûtir derxistiba. Firne giş ne wek hev in, tîna hin firnan zêde ye.

Îro dîsa Stockholm dikele, 29-30 derece germ e. lê hewşa me honik e, me di bin siya terasê da kêf kiriye.

Geh li ser kursiyê radikvim, geh radibim bi kompîtorê û telefonê mijûl didim, tiştekî dixwînim û dinivîsînim.

Û di dawiyê da jî acizî pasta çêdikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE