28 februari 2021

Dibê meriv devê hin kesan qet veneke

 


Hîmdarê mezhebê henîfî û alimê fiqihê yê bi nav û deng Ebû Hanîfe, li ser dîn û fiqihê li mala xwe hin civîn çêdikirin.

Di civînan da milet pirsên li ser dîn, huqûq, henîfîtî û sûnîtiyê jê dikirin û wî jî dîtinên xwe yên di van waran da digot.

Yek hebû, bi mehan diçû li Ebû Hanîfe guhdarî dikir, lê tu carî devê xwe venedikir, tu carî pirsek jê nedikir. Berî her kesî diçû rûdinişt, heta dawiyê li Ebû Henîfe guhdarî dikir û diçû.

27 februari 2021

Corona malxerab çi anî serê me !


Li Swêd Dahîreya Tendurustuyê îro biryar daye, gotiye ji 1ê adarê û pê da du kes ewê nikanibin li aşxaneyê li ser maseyekê bi hev ra xwarinê bixwin.
Gerek her şexsek xwarina xwe li ser maseyekê bi tenê bixwe.

Vê biryara Dahîreya Tendurustiyê ez xeyalşikestî kirim. Ez û xanima xwe êdî emê nikanibin li aşxaneyeekê bi hev ra pîzzayeke îtalî jî bixun...

Li Kerkûkê ereb bi navê Daîşê êrîşî kurdan dikin, hukûmeta Kurdistanê jî lê temaşe dike !

meta 

Ereb li Kerkûkê û Germîyan bi navê Daîşê, fena ku ew Daîş bin êrîşî kurdan dikin, malên wan dişewitînin. Dixwazin Germîyan û Kerkûkê ji kurdan paqij bikin.

Hukûmeta Kurdistanê jî li hemberî van êrîşên ser kurdan bêdeng e, lê temaşe dike!
Tiştekî nake, naçe hawara gelê xwe. Di vî warî da dengekî dernaxe, beyanekê nade, gavekê navêje.

Wele hûn tunebûna baştir bû.

Temam tu Ataturk î !

 Li wê dinyê Ezraîl ji Mustefa Kemal pirsî, got:
-Tu ki yî?
Ataturk got:
-Ez Ataturk im.  Ma ne şerm e hûn min nas nakin?
Ezraîl got:
-Bi gotinê tenê em nikanin qebûl bikin ku tu Ataturk î, dibê bi hawakî, bi tiştekî tu xwe îspat bikî tu Ataturk î.
Ataturk got:

26 februari 2021

Hetanî hewqas cahş û xayinên me hebin em nikanin bi dijminê xwe

Sebebê esasî yê ku hetanî nuha me nikanîbûye welatê xwe rizgar bikin û bibin xwedî dewlet bêtifaqîya me ye. Hêza dijmin û faktorên din jî ne sebebên esanî ne, hemû sebebên talî ne.

Îro jî ji ber eynî sebebê, yanî ji ber bêtifaqiyê em nikanin li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas bibin û dewleta xwe ava bikin.
Di vir da him wek milet û him jî wek serok û siyasetmedar kêmasî û sûcê herî mezin yê me ye.

Gelek ker ji vir şemitîne

Wexta hilbijartinan bû, siyasetmedarek li gundên çiyê digeriya, ji milet ray dixwst.

Bi peyatî ji gundekî diçû gundekî din. Rê pirr asê û ziravîçko bû, alîyekî rê jî newalekî kûr bû. Gunduyê ji siyasetmedêr ra rêberî dikir, jê ra got:

Hêvî tenê têrê nake

Ez tim ji xwe ra dibêjim Zinar, bêhêvî mebe, wiha dom nake, rojekê ewê baş bibe, rojekê kabê me jî ewê mîr were. Îsal nebû saleke din, vê carê nebû nebû careke din.

Sal li pey hev derbas dibin, lê ez tu başiyê nabînim.

Sal bi sal xwezî bi par.

Tu nemaye sebra min biqede. Ez ditirsim ez tu başiyê nebînim û ji vê dinyayê xatir bixwazim.

25 februari 2021

Tirkan bi qanûnekê axaftina kurdî kirine sûc

 


Tirkan di sala 1938a da bi qanûnekê axaftina kurdî li kurdan qedexe kirine, kirine sûc û kesên bi kurdî peyivîne him hefteyekê xistine hefsê û him jî cezayê pera lê birrîne.

”8/1-1938

Teklîfa qanûnekê:

Kesên bi tirkî nepeyivin ewê werin cezakirin
Kesên bêyî tirkî bi zimanekî din bipeyive, ewê hefteyekê werin hefskirin û hetanî 100 lîreyî jî cezayê pera lê were birrîn.
Nîvê pereyê cezê ewê wek mikafetê bidin kesên muxbîr.”


Ev qanûna rojnameyê qal kiriye hate qebûl kirin û heta 1950î, îktîdara DPê jî li hemberî kurdan hat bikaranîn.

Heger em bixwazin em kanin zimanê xwe ji mirinê xelas bikin

Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ra li Swêd di destpêka sala 1980î da federasyonek ava kirin û bi hev ra tim bi kurdî peyivîn, bi zimanekî din tu carî bi hev ra nepeyivîn.

Kurmanc bi kurmancî, soran bi soranî peyivîn. Carnan jî bi hev ra sormancî peyivîn.

Di viya da israr kirin û ev yek di nav kurdên Swêd da bû adet, bû tradîsyon, bû kultur.

24 februari 2021

Em mîr bûn, xwedî qesir û qonax bûn, tirkan em ji xwe ra kirin karkirên pembo û findiqan

 


Seyahê îngilîz Buckingham, di sala 1820î da dema Riha zîyaret kiriye ev gravurê bajêr çêkiriye û di kitêba xwe da weşandiye.

Wek tê dîtin kultura rûniştin û raketina li ser xanîyan wê demê jî hebûye. Li ser xênî perdeyek, çandirek vegirtine.

Xiristîyan û misilanên bajêr Buckingham ezimandine malên xwe, jê ra mazûbanîyeke bi hêl û mêl kirine, qedir û qîmeteke mezin danê.

Tirkiye dawîya dawî ewê dev ji bikaranîna fuzeyên S-400î berde

 


Tirkiye zû dereng ewê sîstema parastinê ya S-400î biterikîne, ya ewê bi paş da bide rûsan, ya jî ewê bavêje ser sergo.
Lê viya nuha nakin, nazîyan dikin, fena ku ewê dev jê bernedin dipeyivin.
Lê vir e, ji bo ku Amerîkiyan ji kurdan dûr xin, ji bo ku Amerîka hevkariya xwe ji kurdên rojava qut bike, bi S-400î bi wan ra bazarê dikin.

23 februari 2021

Çîroka berçavka min

 

Berçavka min a pêşî

Ezê îro qala çîroka berçavka xwe ya pêşî, ya ewil bikim. Ez bawer dikim ev nêzî 50î salî ye ez bi berçavk im.
Min nizanîbû çavên min hewqasî xera bûne. Sal nuha nayê bîra min. Lê ez dibêjim ewê 1972-1973ê be. Rojekê li Wêranşarê ez û Mihemed Wûral û çend havlên din li qahwê rûniştibûn, me sohbet dikir.
Mihemed, hevalên ji dûr da dihatin nas dikir, tabeleyên dikanan ji dûr va kanîbû bixwenda, digot ez pir baş dibînim.
Tiştên Mihemed û hevalên din ditîn û kanîbûn bixwendana min yek jî neditît û nikanîbû bixwenda.

Lok e ya arwane ye

Rojekê erebekî ji Kufê hinik tit miþtên firotinê li deveyê xwe dike û dihere Şamê. Li Şamê çima erebekî şamî li devê mêrik xwedî dernakeve, bi devê ve dibe qirnî, dibêje:

-Kevir jî ji ezmanan da bibare ev arwane(deva mê) a min e.

Rebenê erebê kufeyî dibêje:

22 februari 2021

Di kampanîya zimanê dayikê da dibê her kes ji xwe dest pê bike

Gelek kes beşdraî kampanîya zimanê dayikê, zimanê kurdî bûne, piştgiriyê didin vê kampanîyê, beyanên TZKê, PZKê û HezKurdê belav dikin û dixwazin kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, êdî bi kurdî bibpeyivin.
Tevgereke pir baş e, dibê meriv bi xurtî destegê bidê û berfirehtir bike.

Ji kesên serkêşiya kampanîyê dikin û yên piştgiriyê didinê gelekên wan li malên xwe bi kurdî napeyivin, zarokên wan bi kurdî nizanin.

Agahiyek nuh ji xwendevanên hindik-rindik ra

Çend roj berê min gotibû ji ber rewşa me ya sîyasî şapatekê ezê nabênê bidim dîlokên dilan û pêkenînan.

Lê zêde sebra min nehat, îro ez dîsa dest pê dikim. Him hin xwendevanan xwestin ez dom bikim û him jî min bala xwe dayê rewş hinekî sakîn xuya dike. 

Parvekirina kar

 Rokê jinikê gazin ji mêrê  xwe kir, got:

-Tu qet alî min nakî, kar û barê malê giş di hustuyê min da ye. Ez heta êvarê nig di  bin xwe ve nakim.
Sibê zû radibim, dewar, heywan-meywanê malê alif dikim, cî-miyan radikim, paşê, xwarin.-marinê hazir dikim.
Dûre hevîr dikim, nan-man lêdixim.

21 februari 2021

Xwezî kurdekî xêv jî tunebûya

Di nav her miletî da merivên xêv, totikvala hene. Nabe her kes jîr û biaqil be.

Dibê hinek jî aqilsivik bin.

Ez bi viya zanim.
Lê dîsa jî di medyaya sosyal da dema rastî kurdekî xêv, totikvala têm pê diqeherim dibim, ji hêrsa dihelim, dibêjim xwezî ev camêr hinekî din biaqil bûya, ev pey nekira, ya jî xwezî tew ne kurd bûya.

Pêşnîyarek ji hereketên zimanê kurdî ra

 


Îro, 21ê sibatê roja zimanê dayikê yê cîhanî ye. Li bakurê Kurdistanê kurdan ji bo zimên xebat û tevgerek mezin dane destpêkirin.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda kurdî (TZK), ji bo resmîbûna kurdî û perwerdeya bi kurdî bi hev ra kampanîyek dane destpêkirin, beyanek mişterek belav kirine.

Di beyana xwe da ji hukûmeta AKPê dixwazin kurdî jî wek tirkî bibe zimanekî resmî û zarokên kurd jî wek yên tirk bi zimanê xwe bixwînin.

Yendo

Yendo navmalî bû. Buhar bû û axayê Yendo bana xwe  biribû zozanan. Rojekê Yendo çû banê, ba axê xwe. Axê pirsa gund ji Yendo kir, got:

- Law Yendo, li gund çi heye çi tuneye ?

Yendo got:

- Bi Xwedê rehetî ye, qet tiştekî xerîb tuneye.

Axê got:

20 februari 2021

Zimanê zaroktiyê li ber dilê meriv pir şîrîn e

Meriv çend zimanan bizanibe jî, tenê zimanek heye meriv kane baş hakimê wî be û jê pir hez bike, ew jî zimanê meriv di zaroktiya xwe da fêr bûye..

Çimkî di zaroktiyê meriv ziman zû û baş fêr dibe û tiştê fêr dibe jî ji bîr nake.

Zimanê zaroktîyê bîranînên zaroktîyê ne, li ber dilê meriv pir şîrîn e, meriv wan bîranînan tu carî ji bîr nake û her tim jî bi evîneke kûr bibîr tîne.

Ez van gotinên Erdogan dîyarî kurdan dikim

Sibe, 21ê sibatê roja zimanê dayikê ye. 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê li dinyayê tê pîrozkirin.
Kurd jî îsal 21ê sibatê, roja zimanê dayikê bi gelek aktîvîteyên cuda pîroz dikin.
Pîrozkirin, xebatên ji bo zimên baş in, dibê meriv destegê bidê...
Lê belê kurdê/kurda bi zimanê xwe nizane, kurdên bi hev ra bi tirkî dipeyivin, dibê ji xwe pipirsin, bibêjin "çima em bi zimanê xwe nizanin ?"

19 februari 2021

Rûdaw gerek her derwa medyaya tirk ne xeber

 Malpera Rûdawê wek ku platform û ajanseke Tirkiyê be, li Tirkiyê çi dibe, çi nabe, pûlisên tirk li ku derê çi operasyonê dike, hemûyan dike xeber û belav dike.

Lê li Bexdayê, li Şamê, li Tehranê çi dibe, pûlisên van welatan li hemberî Daîşê çi dikin, çi nakin qalê nake, bi qasî xeberên li ser Tirkiyê cî nade xeberên li ser van welatan.

Rabûna li hemberî zulmê wacibê her kesê xwedî ûjdan û bi şeref e

Di gotinê da her kes dibêje ew li dijî zulmê û zalima ye, lê gotin tenê têrê nake, emel jî lazim e; di praktîkê da her kes li dijî zulmê û zaliman ranabe.
Dibê meriv li hemberî zaliman, zulmê û neheqîyê bêdeng nemîne, rabûna li hemberî zulmê û zaliman wacibê her însanê xwedî ûjdan û bi şeref e.

Yê li hemberî zulmê dengê xwe neke, ji nedîve were, ew jî bi qasî zaliman sûcdar e.

18 februari 2021

Ker û gazina deve

 


Rojekê heywan, çûk, teyr û tuyên dinyayê giş li hev kom bûn û çûn derketin huzûra Xwedê Teala.

Gişan bi dor, yeko yeko derdên xwe gotin û daxwazên xwe ji Xwedê kirin. Dawiya dawî dor hat deve. Xwedê gava dît waye deve jî hatiye, hinekî matmayî ma, ji deve ra got:

-Deve, ma te xêr e, tu çi dixwazî?

Deve got:

Dibê îro meriv karekî bike û ji bo sibe jî bi hêvî be

Bi her rojeke nuh ra meriv hin tiştên nuh tîne bîra xwe, di serê xwe da hin pilanên nuh çî dike.

Di vê roja nuh da belkî meriv hin tiştên baş bibihîze, bibîne û bi xwe jî hin tiştên baş û xweş bixuliqîne.

 Lê belê ji bo wê dibê meriv serê xwe biêşîne, xwe biwestîne, bifikire. Ji bona tişt werin bîra meriv dibê meriv bîrê têxe hereketê, hafizayê tevrade.

17 februari 2021

Tilîya Tirkiyê kane di êrîşa ser Hewlêrê da hebe

Heta nuha qenaeta her kesî ew bû êrîşa ser Hewlêrê û binkeyên Amerîkayê bi destê Îranê, Heşdî Şabî hatiye kirin. Min jî wer nivîsî. Ev texmîneke herî beraqil bû.

Lê do rêxistineke heta nuha navê wê nehatîye bihîstin, bi navê "Seraya Ewliya El Dem” êrîş girtiye ser xwe û got ewê êrîşên xwe yên bi vî rengî li hemberî Amerîkayê, Îsraîl û Tirkiyê bidomînin. Min beyan îro dît. Beyaneke balkêş e, di Rûdawê da heye. 

Tevêkirina navê Tirkiyê ez xistim şikê, Tirkiye kane li pişt êrîşê be û ev mantiqîye û mimkûn e.

Birêvebirên Tirkiyê derew ji xwe ra kirine sinet

Serok û birêvebirên Tirkiyê bûne kûreya derewan, hal û karê wan derew e.
Derewên mezin dikin û van derewên xwe tim dubare dikin. Dawiya dawî, gelek kes jê bawer dikin.
Derew ji xwe ra kirine kar, çimkî karên ne li rê dikin, bêqanûniyê dikin, sûcên giran dikin. Hewqas sûcên giran bi rastiyê nayên veşartin, dibê derewan û bêbextîyê bikin. Û dikin, him jî derew û bêbextîyên mezin li kurdan, li gelê xwe dikin.

Wezîrê propagandeya nazîzmê Joseph Goebbels, li ser giringîya derewan gotiye:

Biryara min di jîyana min da valahîyek çê kir


Hetanî do her sibe bi dîlokeka dilan û bi pêkenînekê min dest bi roja xwe dikir.

Do min got ji ber rewşa me ya xerab ji dilê min nayê ez bi pêkenînan û dîlokan dest bi rojê bikim. Min pêkenîn û dîlok nenivîsî. Min got ezê çendakî nabênê bidimê, belkî rewşa me hinekî baştir bibe. Wê demê ezê dîsa dest pê bikim.

Lê vê yekê di jiyana min da valahîyek çê kir. Ez şeqizandim, dûzana min a rojane xera kir.

16 februari 2021

Ji bo ku sûcdar in lema hewqasî har û êrîşkar in

Sebebê serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî hewqasî har bûne û wek gurên har êrîşî HDPê û her dengê mixalif dikin sûcdarî ye, li çiyayê Garê sîlehên kîmyayî bi kar anîne. Ji bo ku binê wan şil e lema hewqasî êrîşkar in.
Yên li wê kampê, 13 êsîrên wan jî di nav da, giş bi gaza kîmyayî hatine kuştin û dû ra jî merivên xwe gulebaran kirine, ji bo ku bibêjin PKKê kuştine.
Ev îdîa ya HPGê ye. HPG di beyana xwe da wiha dibêje. Bi bawerîya min rast e. Dibê HPG, PKK pisporan bibin kampê û delîlan nîşan bidin.

Agahdarî !

Ev çar sal in min her sibe dûlikek dilan û pêkenînek dinivîsî. Min biryar da ezê demekê nabênê bidimê.

Di vê rewşa em tê da ne, di vê herbê da qet ji dilê min nayê ez dûlik û pêkenînan binivîsim.

Tirk, faris û ereb wek gurên devbixwîn êrîşî me dikin, fuzeyan bi ser Hewlêrê da dibarkînin, nahêlin kurd li çiyan û di şikeftan da jî bisitirin.

Di nava keriyên guran da destvala meriv nikane sax bimîne

Heger Kurdistana Federe dixwaze ji ortê ranebe dibê xwe biparêze, dibê kapasîteya parastina xwe xurt bike.

Heta em qels bin, nikanibin xwe ji êrîşên Îranê, Tirkiyê biparêzin, wek îşev ewê tim êrîşî Kurdistanê bikin.

Êrîşa îşev a ser Hewlêrê dibê ji hukûmeta Kurdistana Federe û ji partiyên kurd ra bibe derseke mezin; çi dikin, çawa dikin dibê li hemberî êrîşên bi vî rengî kanibin xwe biparêzin, wê sîstemê miheqeq bi dest xin.

Tirk dixwazin her kurdê welatparêz têxin zindanê

Tirkiye li hemberî kurdan teroreke pir mezin, dûrî aqilan dimeşîne. Wezîrê karên hundûr gotiye li 40 bajarî 718 kurd girtine. Ev teroreke mezin e, wahşet e.

Kurdên li derveyî welêt dibê tiştekî bikin, ji N Yekgirtî, YEkîtiya Ewrûpayê, ji Mahkima Mafê Mirovan alîkariyê bixwazin.

15 februari 2021

Tirk çima hewqasî ji Ataturk hez dikin ?

Sebebê tirk hewqasî ji Mustafa Kemal hez dikin, navê wî kirin Ataturk, ne ji ber ku Ataturk saltanat û xîlafet rakir, cumhûrîyet îlan kir, qanûna medenî û laîsîzim qebûl kir, elîfbeya erebî rakir, ya latînî kir ya tirkî.

Tirk ji van guhertinan ra dibêjin ”şoreşên Ataturk”. Lê sebebê hezkirina tirkan a ji Mustafa Kemal ne ev guhertin in.

Sebebê ku tirk hewqasî ji Ataturk hez dikin, wî wek pêxemberê tirkan dibînin dagirkirina Kurdistanê ye. Ji bo ku Ataturk Kurdistan dîyarî tirkan kir û kurd jî kirin bindest û xulamên wan, lema her tirk ji Ataturk hez dike.

Hîn dersa wan heywanan nedîtine

 Li gundekî Hekariyê mufetiş dibistana gund teftîş dikir. Ji xwendekarekî biçûk pirsi:

-Ka ji min ra bêje, ker mezin e, ya hesp?

-Lawikê biçûk bi hêsanî got:

-Hesp mezin e.

14 februari 2021

Ji her du kesan yek dixwaze ji Tirkiyê bireve

Êdî her kes dixwaze ji Tirkiyê bireve. 
Li gorî ankêteke dawî, li Tirkiyê ji sedî 47ê xelkê ji birçîna û ji  tirsê, ji ber zulma rejîma îslamî-faşîst dixwazin ji Tirkiyê birevin. 
Ji sedî 47 reqemeke pir mezin e,belkî di dereceya Somalî û Kongo, Haîtî da ye.

Bi texmîna min ji sedî 47 hindik e, reqem hîn zêdetir e, kêm nîşan didin.

Tedbîra xwe digre

 Mêrik nexweş bû, çûr ser tixtor. Piştî muayenê tixtor teşhîsa xwe danî, jê ra got: -Tu kanser î?

Kanser manser, tiştekî bikira tunebû, bi xemgînî vegerîya gundê xwe. Li gund kê li halê wî pirsî, rastî kê hat, jê ra got:

 - Ez bi AIDSê ketime . Ev gotinên wî çû gihîşt guhê tixtor jî. Tixtor ev yek pirr meraq kir, lema jî şand pê, jê ra got:

13 februari 2021

Gola me jî bûz girt !




Ez û xanim îro li ser gola me meşiyan û em binav jî nebûn. Lê ji tirsa dilê me digot "gurp, gurp" lê dixist.

Belkî ev nêzî mehekê ye li Stockholmê nîv mîtro berf li erdê ye û serma jî tim 10 dereca di binê sifirê da sar e. Gola me bûz girtiye. Xelk xwe li ser dimeşe û dişemitîne. 

Muzîk sebra dil e

Cîhaneka bê muzîk ewê qet ne xweş bûya, merivê tu tahm û lezetek jê negirta.

Merivê nikanîbûya li muzîk û dengbêjên radyoya Rewanê û bi hezaeran dengbêjin din guhdarî bikira.

Cîhaneka bêyî dengê Fatma Îsa, Sûsika Simo, Tîmûrê Şîraz, Efoyê Esed û bi hezaran dengbêjin din bi Xwedê qurişik jî nedikir.

Kî hîn mezintir e ?

 Rojekê Recep Tayyip Erdogan ban şêwirmendê xwe kiriye, jê ra gotiye:

-Bi ya te, Suleyman Demirel mezin e, ya ez mezin im?
Şêwirmend gotiye:
-Efendim, helbet tu mezintir î. Çimkî Demîrel ji eskeran ditirsiya. Tu ji eskeran natirsî.
Erdogan kêfxweş bûye, gotiye:

12 februari 2021

Xiştîn

Li odê cimat gerîya bû, her yekî qala serpêhatiyeke xwe dikir. Bişoyê virek jî qala serpêhatiyeke xwe kir, got:

-Nuha, gava ez ji mal dihatim, li rexê vê besta jêr, li pişt tûmekî min kerîyek gur dîtin. Min jimartin, bawer bikin tam çel heb bûn.

Cimatê got:

-Wey mala te nekeve, ma vê ronkayiya rojê, çel gur li van derana çi digerin? Qey tiştekî din bi ber çavê te ketiye.

Bişo israr kir, got:

Fêrbûna zimanekî ne mûcîzeye !

Arzû, keçikek tirk e, li Almanyayê dijî, xanim fêrî kurmancî bûye. Gava min dît kêfa min hat, min pîroz kir û tiştek li ser nivîsî. Min got bira kêfa wê jî were û him jî kurdên zimanê xwe nizanin şerm bikin.

Lê bala min lê ye gava kurd dibînin yeka/yekî xerîb kurdî fêr bûye, pir mezin dikin, nikanin bawer bikin, şiîran li ser dinivîsin, dîyariyan jê ra dişînin, fena ku rastî mûcîzeyekê hatibin.

Heta Kurdistan çê nebe tirk me rehet nahêlin

Bi dehhezaran leşkerên Tirkiyê, bi 40 balafir û bi sedan tank- top û sîlehên giran, ev du roj in li çiyayê Gare li hemberî gerîlayên PKKê operasyoneke mezin dimeşînin. Tirkên îslamî-faşîst har bûne, li kurdan bûne gurên har.

Çimkî mêrikan çi dikin, kê dikujin, ku derê dagir dikin ji wan ra dimîne; lema jî dixwazin li başûrê Kurdistanê hin derên din jî dagir bikin û hinek kurdên din jî bikujin.

11 februari 2021

Ez nizanim çi bi vê axê hatiye ?

Yaho ev axa Kurdistanê jî mubarek çi axeke bi xêr û bereket e, bi canik û camêran ra, her babet namerd û pûşt lê hene. Namerd û pûştên reng rengî ne, babet babetî ne.
Di van salên dawî da wer pir bûne, wer bûne, meriv ji vê axê dikeve şikê.
Gelo çi bi vê axê hatiye, çima hewqas namerd û pûşt û xayinên qewmê xwe lê zêde ne?

Gelo bêbavên tirkan bi genetîka vê axê lîstine?

10 februari 2021

Astronotên tirk li fezayê ewê çawa desmêj bigrin?

 


Serokê tikriyê Erdogan do got, ew haziriya xwe dikin, bi xêr û xweşî di demeke nêzîk da ewê herin hêvî.

Vê mizgîniya Erdogan li Tirkiyê olaneke mezin da. Tirkên dîndar ji nuha da haziriya rêwîtiya hive dikin. Lê li alî din ketine heyra, telaşa ewê li wir çawa desmêjê bigrin û çawa nimê bikin?

Di telewîzyonê da ji alimê mezin Prof. Nîhat Hatîpoglu pirsîn, ”li fezayê astronot ewê çawa desmêja xwe bigrin?

Wefadarî

Dostekî min ê hêja, rîsipîyekî licî(Mele Bahrî) çend nivîsên min xwendine, kêfa wî pir ji kurmancîya min ra hatiye. Îro telefonî min kir, ev yek ji min ra got, pesnê zelalîya zimanê min da.

Me li hal û demê hev pirsî, hinekî sohbet kir. Em çûn rojên berê, salên 1980î.

Camêr got, dema ez hatim Swêd ez du hefteyan li mala te mam, te gelek qedir da min. Ez wê çêyîya te ru carî ji bîr nakim.

Gotinên dostê min ê ezîz bêguman ez pir dilşa û kêfxweş kirim.

Mêrê tirsonek bi sîngên gewr û boz şa nabe

 4/6/2006
 Netkurd

Êrîşa 17ê gulanê ya ser dadgeha bilind û dûra jî li Anqerê girtina “Grûba Atabey” bêguman du bûyerên gelkî mezin û girîng in.

Piştî bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê, ev cara sisiyan e “dewleta kûr” yanî artêş derbeyek wiha mezin dixwe û birînadar dibe.
Lê di eynî wextê da careke din jî diyar bû ku hukûmeta AKPê newêre raste rast berê xwe bide “dewleta kûr” û wê bigre bin kontrolê.

09 februari 2021

Li ser jiyanê çend gotinên xweş

Hin gotin xweş hatine gotin, di dubarekirina wan da fêde heye, zirar tuneye. Meriv dixwaze ew gotin bi zimanêmeriv jî hebin.

Lema min ev gotinên jêr wergerandin kurmancî. Kê gotine ez nizanim. Kê gotibin xweş gotine.

-Mirina yê hejar, qahpiktîya yê zengîn nayê bihîstin.

Çêke û berra kuçê bide

Rojekê yek li rex golekê rûniştibû, ji betalî ji xwe ra bi heriyê dilîst. Yekî ji wir dibuhurî, bîstekê bi meraq bala xwe da mijûliya mêrik û dûre jê pirsî:

-Qewet be, ma tu çi dikî?

-Wele hema ji betalî ji xwe ra însanan çêdikim.

08 februari 2021

Tarîxa min pak e

Ji bo ku heta nuha dagirkerên welatê min silavek nedane min, tu carî cesaret nekirine werin ba min, bi min ra rûnin, bi min ra sohbetê, birr û bazarê bikin ez pir serbilind im.

Elhemdulîla di jiyana min da tu têkilî û tiştekî ku ez ji ber şerm bikim tuneye. Min qelema xwe tu carî nefirot dewleta dagirker, di tu warî da min bi dewleta dagirker û berdevk û delalên wê ra dostî, hevaltî nekir muhabetên bi dizî nekir. 

Ev jî ji bo min serbilindî û serweteke pir mezin e. Erê min ji gelê xwe ra kela fetih nekiriye. Lê belê tiştê ji min hatiye min kiriye.

Axur

Şahekî Îranê bi çavê şairan li xwe dinêrî, meraqa wî ji nivîsandina şiîran ra pirr hebû û dinivîsî jî.

Lê belê bi mereqê tenê meriv nakane bibe şair. Dibê hin tişt di binê tûrikê meriv da jî hebin.

Şiîrên wî nivîsîn ne tu şiîr bûne, gotinên vala, pela pûçî bûne.
Lê belê her cara ku şiîrek dinivîsî ew ji şelafên(şalûzên)xw ra dixwend û wan jî tim pesnê şairîya wî didan, digotin:

Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke

29/-2013

Dengir Mir Mehmet Fırat dîsa xwe hetikandiye û bi devê Erdogan êrîşê kurdên welatperwer, kurdên mezlûm kiriye.

Dengîr di bersîvên xwe da kurdên welatperwer, kurdên ku dixwazin ji bindestiya tirkan xelas bibin, kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin, kurdên ku dixwazin wek tirkan ew jî bibin xwedî dewlet, xwedî meclîs û al wek kesên nîjadperest bi nav kiriye û gotiye:
 ”Nîjadperestiya kurd ji ya tirk prîmîtîvtir e, hîn hişk e, hîn êrîşkar e…”

Tirk rastî gunreşan nehatine


Li gundekî zarokekî şerûd û rêbir hebû. Gav û seetê baz dida ser rêya gund û kevir diavêt ji rêwî û ji heywanên wan da. Ji rêwiyan ra xeber dida û dûra jî digot “çirp” û bazdida nava gund û xwe beta dikir. Bavê tim jê ra digot:

-Kurê min, wiha meke, tu yê rojekê rastî yekî gunreş werî ewê te perîşan bike. Biaqil be, bela xwe di xelkê mede, kevira navêje ji rêwîyan da…

Lê “rêbirê” me tu carî guh nedida gotin û şîretên bavê xwe, digot “ez ez im” û kes nikane bi min.

07 februari 2021

Destê emerîkiyan ne ji tirkan dibe, ne ji kurdan

Emerîkî hêdî hêdî dibînin ku hevkariya bi kurdan ra otomatîkman dijminatiya bi tirkan ra bi xwe ra tîne.

Çimkî li gor tirkan, hevkarî û dostiya bi kurdan ra dijminatiya bi tirkan ra ye.
Dewletek nikane him ”dostê” tirkan be û him jî ya kurdan be. Dibê tercîha xwe bike.

Menfeeta Emerîkayê îro di hevkarî û ”dostiya” kurdan da heye, lema jî nikane wek berê bibe ”dostê” tirkan jî.

Qamçorê nastîne

Dewleta Osmanî ji bo serê her terşî, her heywanî bi zor qemçor(bac) ji gundiyan distend.
Rojekê tahsîldarek ji bo topkirina qemçorê çû gundekî.
Gava xebara hatina tahsîldar li nav gund belav bû, gundiyan wek her tim, bi lez û bez terşên xwe, heywanên xwe hemû ji nav gund derxistin, ji gund dûr xistin, veşartin.

Emerîkî ji tirkan dûr dikevin

 29/4-2006
 Netkurd

Emerîkayê û Bûlgarîstanê di warê hevkarîyeke leşkerî da li hev kirin û îmze avêtin binê ”peymaneke dîrokî.”

Emerîka di demeke kin da ewê li Bûlgarîstanê 3 şargehên(basên, usên)leşkerî veke. Ev peymana dîrokî ji alî Wezîra karên derve ya DYA Condoleezza Rice û Wezîrê karên derve yê Bûlgarîstanê Îvalyo Kalfîn ve li Sofyayê hate îmzekirin.

Îdareya Dalkurdê biryara xwe bi paş da girt, nav û logoya Dalkurdê nayê guhertin

Hêrs û reaksîyonên li dijî guhertina nav û logoya Dalkurdê netîceyeke baş da, rêveberiya Dalkurdê mecbûr ma dev ji guhertinê berda û bi beyanekê got, nav û logoya Dalkurdê nayê guhertin, ewê wek xwe bimîne.

06 februari 2021

Navê dijmin rast bibêjin !

 


Rûdawê di xebereke xwe da gotiye, ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê li Efrînê gorra helbestvanê kurd Arif Xelîl Şêxo xerab kirin, ji bo ku nivîsali ser bi kurdî bû.”

Rûdaw di xeberên xwe yên li ser Efrînê û Serê Kaniyê da tim navê ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê” bi kar tîne, nabêje Tikiye, leşkerên tirk, çeteyên Tirkiyê. Ji dêlî wê va dibêje, ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê.”

Operasyona Dalkurdê wek firotina Kerkûkê ye

Gerek em tiştekî baş bizanibin, serokê Dalkurdê Serkeft Evdilla Cunêd û kesên bi wî ra, kesên li pişt wî, ne tenê dixwazin nav û logoya Dalkurdê biguherînin, dixwazin Dalkurdê ji bin da bigrin, ji ortê rakin.
Bi guhertina nav û logoyê hesab ev e, pilan ev e, armanca li pişt vê operasyonê ev e; Tirkiye dixwaze Dalkurdê ji ber xwe da bixwîne, ji navê rake.

Kerê berdin têrê dike





Li bexçe mêrik kera xwe bi darê va girê dabû. Îblîs ji wir dibuhurî, çû benê wê vekir û ker berda.
Ker çû ket bîstanê cîrên, lemek jî saxlem nehîşt, çi hat ber xwar.
Jina xwediyê bîstên dema dît ker ketiye bîstanê wan, dîn bû, rahîşt tivingê bera kerê da, ker kuşt.

Xwediyê kerê dengê tivingê bihîst, baz da, çû nava bîstên. Bala xwe dayê kera wî mirîye. Pir hêrs bû, wî jî çû tivinga xwe anî û jinik gulebaran kir, jinik kuşt.

05 februari 2021

Guhertina nav û logoya Dalkurdê gorrkirina Dalkurdê ye !

 


Bi baweriya Tirkiye li pişt guhertina nav û logoya Dalkurdê ye, ev guhertin li ser daxwza Tirkiyê hatiye kirin. Di nivîsa xwe ya berê da jî min ev yek eşkere got. 

Lê hinek dibêjin efendim ”ma di destê we da delîlek heye ku guhertina nav û logoya Dalkurdê li ser daxwaza Tirkiyê hatibe kirin?

Di destê me da belgeyek bi mohra Tirkiyê tuneye, lê tiştê bûye tam li gorî dilê tirka ye. Tirkiye ewê serokê Dalkurdê yê nuh 
Serkeft Evdilla Cunêd xelat bike.

Guhertina nav û logoya Dalkurdê daxwaza neyarên kurda ye

 


Îdareya Dalkurdê biryar daye navê Dalkurdê biguhere, bike ”Bratî FC” û ala kurdî jî ji logoya Dalkurdê derxe.

Ev pêşniyareke neyarane û antî-kurd e, destikên neyarên kurdan dixwazin Dalkurdê ji kurdayetiyê û sembolên kurdî paqij bikin. Miheqeq Tirkiye li pişt vê pêşniyarê ye.

Nav û logoya Dalkurdê neyarên kurdan pir nerehet dike, lema dixwazin biguherînin.

04 februari 2021

Banga min a li ser blogerîyê olan da.

Karê gerek ciwanên me bikin jî ketiye hustuyê kalekî wekî min. Hin xortan hêviyên xwe ji blogerîya kurdî birrî bûn, digotin kes naxwîne, lema jî ji dêlî zêde bibin, kêm bûn.

Min çiqas hala di wan hilda jî pere nekir. Dawiya dawî ez mecbûr mam, min zend û bendên xwe hil kirin û min li ser blogerîyê nivîsek nivîsî, hinekî pesnê blogerîyê da.

Hûtê derewa

Yekî pirr derewîn(virek) hebû, digot li vê dunyayê kes nikane ji min  bêtir derewan bike.

Rojekê jê ra gotin li filan gundî yek heye ji te bêtir derewan dike, di derewa da tu nikanî bi teqala wî kevî, derewên te li ber yên wî pirr biçûk in.

Generalên tirk digihîjin mirazê xwe


11/4/2006
Netkurd

Meriv dikane bibêje generalên tirk bi saya şerê van rojên dawî û bûyerên li hin bajarên Kurdistanê hêdî hêdî digihîjin mirazê xwe. Çimkî daxwaza wan ew bû ku li Kurdistanê ji nuh ve şerekî gurr bikin. Ji bo peydakirina rewşeke wiha çi ji destê wan tê qet texsîr nakin.

Loma jî ji 4ê nîsanê û vir da ye bûyerên li Kurdistanê û li Tirkiyê rû didin tam li gor dilê ”dewleta kûr” e.

03 februari 2021

Di zanîngehan da dibê xwendekarên kurd nebin pêşengên şer

 Xwendekarên kurd di bûyerên Zanîngeha Bogazîçiyê da hevza xwe bikin, xwe nedin pêş baştir e.

Tu tiştekî me di zanîngehê da tuneye. Rektor kî be jî, li zanîngehan sîstem çi be jî tu mafekî me kurdan tuneye. Dibê em di vê şiûrê da bin û wek xwendekarên tirk hereket nekin. Welatê wan e, zanîngeha wan e,  perwerde ya wan e.

Bi vê timtilê em nikanin kurdî ji mirinê xelas bikin.

 Li ser girîngiya nivîsandinê Mihemed Ronahî di twîtteke xwe da gotiye:

”Cemal Sureyya bi Kurdî binivisiya belkî niha rewş cuda bû. Her wisa Ahmed Arif, Yaşar Kemal, Murathan Mungan, Bedri Rahmi Eyyuboglu, Selahattin Hilav, Yavuz Bulent Bakiler, Metin Uca, Yılmaz Odabaşı, Yılmaz Erdoğan, Muzaffer Erdost û İlhan Erdost jî.”

Pûl

 Mêrik li postexanê ji postecî ra got:

-Ev pûla te da min pê ve nazeliqe.

Postecî, şaş ma, pûla rismê Ataturk li ser e ji desstê wî girt û bi zimanê xwe şîrêza pişta pûl şil kir û hêdîka bi zerfê va zeliqand. Dûra vegerîya ser mêrik, jê ra got:

Dildara xwe li mizgeftê bibîne !

 


Heger tu li Swêd û li Stockholmê dijî û nêta te û zewacê heye, wê demê qet xeman nexwe. Dîtina dîlbereke nazenîn û xemrevîn êdî ne xewn e û ne jî xeyal e.

Heger tu mêr î, dîtina sosineke nazenîn pir hêsa ye.

Heger tu jin î, wê demê karê te ji hêsayiyê jî wêdetir hêsa ye, hema cavê xwe bigire û destê xwe bipelîne û ji xwe ra çelengekî li gor dilê xwe hilbijêr e.

Mesele hewqas hêsa ye.

02 februari 2021

Blogerên kurmancî çima hindik in?

Çendakî berê blogerekî bi navê War Botan ji min ra nivîsî, got ji bo ku blogspot kurmancî nas nake reqlaman jî nade blogerên kurd. Ji bo blogerên kurd jî wek xelkê, kanibin reqlaman bigrin dibê em tiştekî bikin û ji min alîkarî xwest, got:

”Gelo mirov nikare ji bo vê mijarê tiştekî bike ? Kampanya tag, an jî serlêdana Googlê bike?”

Min ji xort ra got:

Erdogan dîsa dek û dolabekê digerîne

Ecêba giran, xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan qala destûreke nû (qanûnek bingehîn ya nû) kiriye. Kî zane dîsa çi firldaqê pilan dike, dixwaze çi dek û dolabê bigerîne.

Tu carî dawiya sextekarî û fêlbazîyên wî nayê. Viya Sulun Osman jî derbas kir yaho! Hal û karê wî hokus pokus e...

Fêlbazê fêlbazan gotiye dema çêkirina qanûnek bingehîn a nû hatiye.

01 februari 2021

Nizanîbûye ku hatiye welatekî din !

Şevekê dereng zîla telefona Konslosxaneya Tirkiyê ya Kopenhagê lê dixe.Yê telefon dike yekî danîmarkî ye, ji konslos ra dibêje:

-Hemwelatiyekî we li îstasyonê ye, li van derana digere, ji vêsê da ye pel-pel li der û dora xwe mêze dike. Wer xuya ye riya mala xwe wenda kiriye. Min xwest alîkariya wî bikim, lê bêyî tirkî bi tu zimanekî din nizane. Min got belkî alîkariyeke we bigihîjê, lema telefonî we dikim.

Yê danmarkî wiha dibêje û telefonê dide destê yê tirk:

Miletê zimanê xwe neparêze nikane xwe jî biparêze

 


Di malpera Rûdawê da li ser zimanê menuyên aşxaneyên(restorantan)Hewlêrê xebereke xweş heye. Li gorî xebera Rûdawê, qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd gotiye, aşxaneyên di menuyên wan da kurdî tunebe ewê werin girtin.
Wey mala Xwedê ava be, hîn nuh pê dihesin. Ez du caran çûm Kurdistanê. Cara pêşî di bihara 2011a da, cara duduya jî di îlona 2017a da, di referandûma serxwebûnê da çûm.
Di herdu serdanên xwe da jî tiştê min dît, li Hewlêrê menuyên pastexane û aşxaneyên tirkan û kurdên bakur giş bi tirkî bûn, bi kurdî tunebû.
Li hin aşxaneyan dema meriv diket hundur, dîrekt bi tirkî pêşwazî li meriv dikirin, bi tirkî digotin "hûn bi xêr hatin, kerem bikin vir..."

PARVE BIKE