16 februari 2021

Tirk dixwazin her kurdê welatparêz têxin zindanê

Tirkiye li hemberî kurdan teroreke pir mezin, dûrî aqilan dimeşîne. Wezîrê karên hundûr gotiye li 40 bajarî 718 kurd girtine. Ev teroreke mezin e, wahşet e.

Kurdên li derveyî welêt dibê tiştekî bikin, ji N Yekgirtî, YEkîtiya Ewrûpayê, ji Mahkima Mafê Mirovan alîkariyê bixwazin.

Rêxistinên kurdan, kurdên di nav partiyên ewrûpî da xwedî gotin in, kurdên di medyaya Ewrûpa da dinivîsin, yanî rêxistin û kesên gotinên wan pere dikin, kanin bibin dengê gelê xwe dib êdinyayê ji vê terora dewleta tirk haydar bikin, binivîsin, bi patî, dezgeh û rêxistinên Ewrûpa ra têkiliyan deynin, ji dostên kurdan alîkariyê bixwazin.

 2021-02-15

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di êrîşa ser çiyayê Garê da 13 rehînên xwe kuştin; ji xwe armanca operasyonê jî ew bû, rehîneyan ji ortê rakin. Erdogan bi vê netîceyê pir kêfxweş bû.

Her ku dinya li vê barbarîya rejîma îslamî-faşîst temaşe bike, Erdogan ewê bêtir çavsorî bibe û hinek xwîna din birjîne.

 XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan, gef li serokwezîrê Yûnanîstanê xwarîye, gotiye:

”Me bêminet mekin, ji me ra nebêjin ”hodrî meydan”, tu yê dînîtiya tirkan baş fêr bibî !”

Erdogan baş fêm kirîye zor pere dike, bi gefan, bi zorê kane welatan dagir bikin, kanin qetlîamên mezin bikin û ji wan ra jî bimîne.

Sebebê tirk li hemberî kurdan û li herêmê vê terora ji ya nazîyan jî xerabtir dimeşînin bêdengîya NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka û Rûsyayê ye.

Heger ew bêdeng nemana Tirkiyê nikanîbû Kurdistan û herêm bikira gola xwînê.

Berpirsîyarîya NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê û Rûsyayê jî di vê xwînê da heye, ew jî sûcdar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE