16 februari 2021

Di nava keriyên guran da destvala meriv nikane sax bimîne

Heger Kurdistana Federe dixwaze ji ortê ranebe dibê xwe biparêze, dibê kapasîteya parastina xwe xurt bike.

Heta em qels bin, nikanibin xwe ji êrîşên Îranê, Tirkiyê biparêzin, wek îşev ewê tim êrîşî Kurdistanê bikin.

Êrîşa îşev a ser Hewlêrê dibê ji hukûmeta Kurdistana Federe û ji partiyên kurd ra bibe derseke mezin; çi dikin, çawa dikin dibê li hemberî êrîşên bi vî rengî kanibin xwe biparêzin, wê sîstemê miheqeq bi dest xin.

Hebûna Kurdistana Federe girêdayî xurtiya wê ye, dibê faris, tirk û ereb ji me bitirsin, dibê nikanibin wiha rehet fuzeyan bi ser Hewlêrê da bibarînin.

Kurdistana Federe dibê bi lez ji Amerîkayê û hêzên mitefik alîkariyê bixwaze û ev yek ji êrîşkaran ra nemîne…

Di nava kerîyên guran da meriv nikane destvala sax bimîne. Ji bo ku gur meriv nexwin dibê meriv ne destvala be, bi sîleh be. Tirk, ereb û faris gur in, heger em destvala bin, em nikanibin xwe biparêzin ewê me û Kurdistana Federe bixun.

Derket ortê êrîş ji alî Heşdê Şabî ve hatiye kirin û ew jî Îran e. 
Wezareta parastinê ya Amerîkayê gotiye ne 5, 14 fuze avêtine ji balafirxaneya Hewlêrê û şargeha leşkerên Amerîkî da. Karkerekî siwîl yê emerîkî mirîye û 5 amerîkî jî birîndar in. Çend birîndarên siwîl jî hene.

 XXX

Do bi şev saet di 21.30î da pênc teqîn li Hewlêrê çê bûne. Li gorî medya kurdî dinivîse 5 fuze li nêzê sefareta Amerîkayê û balafirxaneya Hewlêrê ketine. Rêvebirê balafirxaneyê Ehmed Hoşyar ji Rûdawê ra gotiye 3 fuze avêtine ji balafirxaneyê da, lê nêzî balafirxaneyê ketine. 

Ya çeteyên Îranê ne, ya jî yên Tirkiyê ne, bêyî wan kes nikane tiştekî wiha bike.

Herdu dewlet jî gurên di postê mîhê da ne. Bi sedan ajanên Titkiyê û Îranê li Kurdistanê lotikan didin xwe. Li Kurdistanê baş bi cî bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE