15 februari 2021

Tirk çima hewqasî ji Ataturk hez dikin ?

Sebebê tirk hewqasî ji Mustafa Kemal hez dikin, navê wî kirin Ataturk, ne ji ber ku Ataturk saltanat û xîlafet rakir, cumhûrîyet îlan kir, qanûna medenî û laîsîzim qebûl kir, elîfbeya erebî rakir, ya latînî kir ya tirkî.

Tirk ji van guhertinan ra dibêjin ”şoreşên Ataturk”. Lê sebebê hezkirina tirkan a ji Mustafa Kemal ne ev guhertin in.

Sebebê ku tirk hewqasî ji Ataturk hez dikin, wî wek pêxemberê tirkan dibînin dagirkirina Kurdistanê ye. Ji bo ku Ataturk Kurdistan dîyarî tirkan kir û kurd jî kirin bindest û xulamên wan, lema her tirk ji Ataturk hez dike.

Ataturk nehîşt Kurdistan çê bibe, welatekî pir mezin dîyarî tirkan kir.  Mêrik nehîşt li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

A ji ber vê yekê ye her tirk, ji faşîstan bigire, heta bi dîndar û çepan tirk giş ji Ataturk hez dikin û wî wek bavê tirkan qebûl dikin.
Çimkî mêrik him nehîşt Kurdistan çî bibe û him jî welatekî wek bihuştê ji kurdan girt û da tirkan.

Yekî welatek bida kurdan, ji wan ra dewleteke ava bikira, mine jî ji wî hez bikira û ew bida ser sere xwe.

XXX
Tiştekî ji derwa xerabtir tuneye, derew meriv rûreş û bêşexsîyet dike, baweriya însên bi meriv nahêle. Rastiyê bibêje, tim hevalê rastan be.

-Ji dêlî ku merivê derewekê bike yekî bimizicîne, meriv rastîyê bibêje bigirîne hîn baştir e.

 

XXX

-Çêyîya bi merivekî xerab, bi qasî xerabîya bi merivekî çê talûkeye.

PLAUTUS

Kurdên çêyîyê bi dagirkerên welatê me dikin, bi wan ra dostiyê, hevaltiyê dikin, li Kurdistanê dibin berdevkên wan, rayên xwe didin wan, xerabîyê bi qewmê xwe dikin. Van xeraban nas bikin, efû nekin.

 

XXX

Tirk di sefera xwe ya çiyayê Garê da bi ser neketin, têk çûn. Destvala, kor-poşman, birîndar, kortika hustuyên xwe xurandin û vegerîyan malika xwe. Wiha baştir bû. Ji bo ku ji Garê destvala vegerîyan, li bajaran digrin ser malên xelkê, di nava du rojan da gelek kes girtine.

Ji wan ra ferq nake, ha kurdê çiyê, ha kurdê bajêr, ya muhîm zulma xwe, terora xwe nîşan bidin. Rewşa kurdan ji ya êsîran, ji ya koleyan ne baştir e. Çimkî ne garantîya canê wan heye, ne jî ya malê wan.

Heyfa kuştiyên xwe yên Garê ji xelkê siwîl digrin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE