15 februari 2021

Hîn dersa wan heywanan nedîtine

 Li gundekî Hekariyê mufetiş dibistana gund teftîş dikir. Ji xwendekarekî biçûk pirsi:

-Ka ji min ra bêje, ker mezin e, ya hesp?

-Lawikê biçûk bi hêsanî got:

-Hesp mezin e.

Mufetiş got eferim ji te ra, tu xwendevanekî pirr bi aqilî û dûra vegeriya ser keçikekê :

-Keça delal, ka tu bibêje, ma hirç mezin e ya rûvî?

Keçikê got:

-Hirç mezin e.

Li ser vê bersîva keçikê, mufetiş ji xwendevanekî din pirsî, got:

-Lawkê delal, ma Ataturk mezin e ya Kenan Evren?

Lêwik got:

-Me hîn dersa van heywanan neditiye mamoste.

 

Wext

Li balafirxana Stenbolê turîstekî Alman hinekî bi hêrs ji xanima bilêtfiroş ra got:

-Xanima delal, ji Xwedê bitirse, ma ka balafira we li ku ma? Heger balafir ewê saeta xwe da ranebe, wê demê çima we wext li ser bilêtê nivîsîye? Hele ka ji min ra bibêje çi maneya wê heye?

Jinika bilêtfiroş bi rûkenî got:

-Ji bo ku em bizanibin balafir çend seetan dereng radibin.

 

Heger çavê milet vebe

Rojekê Îbrahîm Kalin ji Recep Tayyip Erdogan ra gotiye:

-Min meraq kir, em bibêjin rojekê demokrasîyeke rastîn li Tirkiyê bi cî bû, ma wê çi bibe?

Erdogan gotiye:

Erdogan di bin çavan ra lê nêriye, gotiye:

-Ma wê çi bibe, ewê çavê milet vebe.

Kalin gotiye:

-Ê dema çavê milet vebe ewê çi bibe?

Erdogan, murûzê xwe tirş û tahl kiirye, gotiye:

-Kuro tu dîn bûyî? Wê çaxê jî ewê çavê min û te ebediyen bên girtin, birako...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE