14 februari 2021

Ji her du kesan yek dixwaze ji Tirkiyê bireve

Êdî her kes dixwaze ji Tirkiyê bireve. 
Li gorî ankêteke dawî, li Tirkiyê ji sedî 47ê xelkê ji birçîna û ji  tirsê, ji ber zulma rejîma îslamî-faşîst dixwazin ji Tirkiyê birevin. 
Ji sedî 47 reqemeke pir mezin e,belkî di dereceya Somalî û Kongo, Haîtî da ye.

Bi texmîna min ji sedî 47 hindik e, reqem hîn zêdetir e, kêm nîşan didin.

Kesên îro li dora hukûmetê ne, pesnê Reîs didin jî ji ruhê xwe ditirsin, ew jî ne rehet û bextewar in. Lê carê ketine feqê.

Her welatê îslamî lê hatine ser hukim, bûye dîktatorî û welat li milet bûye dojeh.

Lê tirk bêxîret in, dîsa jî ji hukûmetê bêtir neyariya kurdan dikin. Tu ferqeke CHPê ji AKPê tuneye, ji siyaseta AKPê ya antî-kurd ra li çepikan dixe.

 

XXX

HDPê gotiye di du rojan da herî kêm 143 endamên wan hatine girtin.

Heyfa birîndar û miriyên xwe yên li çiyayê Garê ji kurdên siwîl, kurdên êsîr digrin.

Bi hela helayek pir mezin çûn çiyayê Garê. Lê bi qasî xuya dike birîndar û bi hustuxwarî vegerîyan.

Heta nuh agelek caran suyar çûn peya hatin, vê carê jî wer bûye. De a bi xêr...

 

XXX

Wek dihat texmînkirin di dengdana Senatoya Amerîkayê da Donald Trump ji mahkûmkirinê xelas bû. Yanî sûcê kir, rezaleta derxist jê ra ma.

Di dengadana Senatoyê da 57 senatoran ji bo mahkûmkirina Trump ray dan, 43 senator jî li dij derketin. Ji bo mahkûmkirina wî 67 ray lazim bûn.

Ji ber sîstemê Trump xelas bû, lê di praktîkê da piraniyê xwest ew were cezakirin, lê ev piranî nebû ji sisiyan dudu.

Trump merivekî bêar e, ev netîce ne xema wî ye. Merivekî bela ye, çamûr e, ewê gelek teşxeleyên din derxe.

Ez bawer dikim hevalên wî newêrîbûn bi demokratan ra ray bidane, ji ruhê xwe ditirsin, ditirsin şerekî mezin derkve.

 

XXX
Meriv dixwaze hin tiştan ji nedîve were, guh nedê. Lê wê demê jî meriv bera hundurê xwe dide, di hundurê meriv da dikeve ser hev, kom dibe, dibe dibe derd û merez. J

Ew jì ji bo siheta meriv ne baş e. Tu tîr dikî dan diçe, rohn dikî nan diçe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE