14 februari 2021

Tedbîra xwe digre

 Mêrik nexweş bû, çûr ser tixtor. Piştî muayenê tixtor teşhîsa xwe danî, jê ra got: -Tu kanser î?

Kanser manser, tiştekî bikira tunebû, bi xemgînî vegerîya gundê xwe. Li gund kê li halê wî pirsî, rastî kê hat, jê ra got:

 - Ez bi AIDSê ketime . Ev gotinên wî çû gihîşt guhê tixtor jî. Tixtor ev yek pirr meraq kir, lema jî şand pê, jê ra got:

-Kuro, min ji te ra got ku tu nexweşiya te kanser e, lê tu ji xelkê ra dibêjî ez bi AIDSê ketime. Ev çi mesele ye, ji bo çi tu wiha dibêjî?

Mêrik got:

Tixtor beg, ez ji nuha da tedbîra xwe digrim.

Tixtor fahm nakir, got, law tedbîra çi?

Mêrik izah kir, got:

-Çawa be ezê bimrim. Piştî mirina min ji bo ku kes nêzî xanima min nebe, ez ji nuha da çavê milet distînim.

                                                                                                      Ez ji gundê Swêregê me.                                                                  

Yekî Swêregî li Wêranþarê çû ser berber. Berber merivekî henekçî bû, zanîbû swêregî hinekî zû sor dibin. Lema jî bi armanca ku deng here yê swêregî, ji muşteriyê ku riya xwe kur dikir ra got:

- Berî te bi bîstekê yekî swêregî hat, min riya wî kur kir. Gava min firçe sabûn kir ji bo ku riya wî sabûn bikim, nehîşt, got:

- Hoste, eybe! ez ne ew mêrê riya xwe sabûn bikim. Min riya wî bê sabûn kurr kir.

Dor hat ser yê swêregî. Gava berber xwest riya wî sabûn bike, bi destê berber girt, got:

- Riya min sabûn meke, ez swêregî me.

Berber pê ket, bêyî sabûn dest bi kurkirina riya wî kir. Ji bextê wî yê xerab ra, riya wî jî pirr gurr bû, hewqas gurr bû ku gûzên pê nikabû. Xwîn bi ser wec ket, her cara ku berber gûzan davêtê, çîrkînî ji diranan dihat, ji êşê xwe diqurmiçand ser hev. Gava berber xwest aliyê din jî kur bike, bi destê berber girt, got:

- Hoste, min got ez ji swêregê me, lê min ji bîr kir bibêjim ez ne ji nava bajêr im, ez ji gundê Swêregê me. Tu ji kerema xwe vî aliyê ruyê min sabûn bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE