13 februari 2021

Gola me jî bûz girt !




Ez û xanim îro li ser gola me meşiyan û em binav jî nebûn. Lê ji tirsa dilê me digot "gurp, gurp" lê dixist.

Belkî ev nêzî mehekê ye li Stockholmê nîv mîtro berf li erdê ye û serma jî tim 10 dereca di binê sifirê da sar e. Gola me bûz girtiye. Xelk xwe li ser dimeşe û dişemitîne. 

Min û xanimê jî îro got ” ya hero, ya mero” û me xwe lê qeliband. Her çiqas ji me ra gotin golê nîv mîtro bûz girtiye jî em zêde pêş da neçûn. Me got çi dibe, çi nabe, em belayekê neynin serê xwe...








Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE