13 februari 2021

Muzîk sebra dil e

Cîhaneka bê muzîk ewê qet ne xweş bûya, merivê tu tahm û lezetek jê negirta.

Merivê nikanîbûya li muzîk û dengbêjên radyoya Rewanê û bi hezaeran dengbêjin din guhdarî bikira.

Cîhaneka bêyî dengê Fatma Îsa, Sûsika Simo, Tîmûrê Şîraz, Efoyê Esed û bi hezaran dengbêjin din bi Xwedê qurişik jî nedikir.

Muzîk sebra dil e, gava dil xemgîn dibe, gava dipirnixe, gava kelogirî dibe, meriv kane bi dengê Fatma Îsa, Tîmûrê Şîraz, bi muzîka dengbêjin radyoya Rewanê û bi dengê bi hezaran dengbêjin din dilê xemgîn aş bike.

 XXX

Wer xuya dike hin camêr bi çavê fîlologan li xwe dinrên, tinazê xwe bi zimanê her kesî dikin. Ew bi xwe nikanin twîttekê rast, bêkêmasî binivîsin, lê dîsa jî zimanê kesî neacibînin.

Go gurîyo navê min li te, kumê min li serê te. Zimanê me kesî ne bêkêmasîye, ev jî normal e, em yek jî ne mekteblî ne, me gişan navika xwe bi destê xwe birrîye, lema jî hebûna hin kêmasîyan ne ecêb e. Ya muhîm însan bi kurdî binivîsin, hêdî hêdî ewê fêr bibin.

XXX

Hêrseke her kesî heye. Hinek kanin xwe zeft bikin,hêrsa dilê xwe gem bikin.

Hinek nikanin bi xwe, serê rişma hêrsa xwe berdidin, dilê xwe, xeber û çêrên zanin gişan azad dihêlin.

Li ser hinekan neheq e, li ser hinekan bi heq e. Lê Xwedê heye, hosteye,neheq be jî zane xweş bibêje

 

XXX

Tirk bûne rêbirên herêmê, çavê wan kê bibire, zora wan li kê were bela xwe tê didin, welatê wan dagir dikin.

Nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd bîna xwe bigrin, her roj gund, çiya û banîyên Kurdistanê bombebaran dikin, sê beşên Kurdistanê(bakur, başûr, rojava)li Kurdan kirine dojeh.

Kurdistan di bin destê wan da ne bes e, rojava û başûrê Kurdisyanê jî dagir kirin.

Îraq û Sûrî jî dagir kirin.

Bela xwe di Qibrisê didin.

Bela xwe di Yûnanîstanê didin.

Bela xwe di Ermenîstanê didin.

Esker şandine Lîbyayê.

Salê çend milyar euro xûgiyê(xeracê) ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin.

Bi hezaran çete û terorîstên îslamî û Daîşê bi artêşa xwe ve girê dane, bi van çetan şerê kurdan dikin, bela xwe di cîranên xwe didin. Dinya li vê rêbirrî û zorbatîya wan temaşe dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE