13 februari 2021

Kî hîn mezintir e ?

 Rojekê Recep Tayyip Erdogan ban şêwirmendê xwe kiriye, jê ra gotiye:

-Bi ya te, Suleyman Demirel mezin e, ya ez mezin im?
Şêwirmend gotiye:
-Efendim, helbet tu mezintir î. Çimkî Demîrel ji eskeran ditirsiya. Tu ji eskeran natirsî.
Erdogan kêfxweş bûye, gotiye:


-Baş e, Turgut Ozal mezin e, ya ez mezin im?
Şêwirmend gotiye:
-Efendim, bêguman tu gelkî mezintir î. Çimkî Turgut Ozal ji milet ditirsiya. Tu ji milet natirsî.
Kêfa Erdogan ji vê bersîvê ra jî hatiye, gotiye:
-Ew jî rast e. Baş e, bi bawerîya te, Hz. Emer mezin e, ya ez mezin im?
Şêwirmend dîsa gotiye:
-Efendim, helbet tu ji wî jî gelkî mezintir î.
Erdogan hêrs bûye, gotiye:
-Haşa, tu çawa wiha dibêjî? Ew sahabeyekî Pêxember e, Xelîfeyekî dînê îslamê ye. Tu çawa kanî bibêjî ez ji wî mezintir im?
Şêwirmend gotiye:

-Efendim, bi rastî jî tu jê mezintir î. Ji ber ku Hz. Emer ji Xwedê ditirsiya, lê tu ji Xwedê jî natirsî.
Erdogan hinekî gikirîye, dûra hêdîka gotiye:
-Ew jî rast e…

 Buhayê risim

Li kolaneke Anqerê yekî risim, poster difrotin. Posterê Recep Tayyip Erdogan bi lîreyekê û yê Hz. Îsa jî bi 10 lîrayî difrot.
Zilamekî Erdogan ji wir derbas dibû, buhayê posteran bala wî kişand. Erzanîya posterê Erdogan pir pê zor hat, ji xwe ra got, posterê Hz. Îsa çawa kane ji yê serok Erdogan buhatir were firotin, aqilê wî nedigirt...
Bîstekê di hundurê xwe da da  û sitend û dûra ji yê posterfiroş pirsî:
“Tu çima posterê serok Erdogan kaxetekê(bi lîrayekê) û yê Hz. Îsa jî bi 10 kaxeta difroşî? Tu çawa kanî li hember serok hemberî şexsîyeta serok Erdogan bêedaletiyeke wiha bikî?”
Yê posterfiroş keserek kûr kişand û got:
“Tu zanî, Hz. Îsa çarmîx kirin, loma jî ez posterê wî bi 10 kaxeta difroşim. Kînga serok Erdogan jî çarmîx kirin, wê demê ezê posterên wî bi 50 kaxetî bifroşim.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE