12 februari 2021

Xiştîn

Li odê cimat gerîya bû, her yekî qala serpêhatiyeke xwe dikir. Bişoyê virek jî qala serpêhatiyeke xwe kir, got:

-Nuha, gava ez ji mal dihatim, li rexê vê besta jêr, li pişt tûmekî min kerîyek gur dîtin. Min jimartin, bawer bikin tam çel heb bûn.

Cimatê got:

-Wey mala te nekeve, ma vê ronkayiya rojê, çel gur li van derana çi digerin? Qey tiştekî din bi ber çavê te ketiye.

Bişo israr kir, got:

-Na wele min bi çavên serê xwe dî, lê belkî ne çel bûn, belkî sî heb bûn.

Cimatê dîsa jê bawer nekir, gotin:

-Kuro, qey teyr, meyr bûne, bi te wer hatiye.

Bişo dîsa ji ser ya xwe daneket, tim got wele gur bûn. Lê ji berêvkê da jî jimara wan tim dadixist, dawiya dawî hat li gurekî sekinî.

Cimatê ew jî qebîl nekir, gotin lawo li van der û doran gur tunene. Bişo bala xwe dayê nikane cî bide derewa xwe, lema jî got:

-Ê wele hey ji pişt tûm xiştînek hat. Hema hûn min bikujin jî ez ji xiştînê danakevim...

 

Ket û mir

Rojekê yek bû mîvanê destbirakekî xwe. Destbirakê wî jê ra mirîşkek sor kir û anî da ber.

Yê mîvan gava çav li mirîşka sorkirî ket, şorik bi devê wî ket, got bi Xwedê heger ez fenekê li hevalê xwe nekim, ez îşev têr goşt naxum. Gava dest bi xwarinê kirin, mîvên ji mazûbên ra got:

-Tew min ji bîr kir bipirsim, ma birra rahmetiyê bavê te çawa miribû lo ?

Mazûbên dest bi çîroka mirina bavê xwe kir. Yê mîvan qet guh neda hevalê xwe, heta jê hat zor da xwarina mirîşkê.

Mazûbanê reben hew carê bala xwe dayê ku here were ji goştê mirîşkê baskek tenê maye. Ji bo ku çêniyek goşt bi ber diranên wî jî keve, îcar wî ji hevalê xwe pirsî:

-Ma rahmetiyê bavê te çawa miribû? Te qet qal nekir.

Mîvên rahîşt wî baskê dawî jî û got:

-Welle bavê min hema ket û mir, rametî qet dirêj nekir…

 

Hingiv

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Anqerê di civînekê da bi xoce û melan ra dipeyivî. Di axaftina xwe da gazin ji mele û alimên dînî kir, got:

Xoce û alimên me li ser helalî û heramîya hingiv munaqeşe dikin. Bira ji dêlî viya va ji milet ra bibêjin Tirkiye ewê çawa dewlemend bibe, çawa here hîvê, welatên misilman ewê çawa bigihîjin welatên pêşketî?

Muftiyekî rîsipî ji ciyê xwe hêdi hêzî ser xwe kir, got:

-Serokkomarê minê muhterem!, di Qurana Kerîm da ayeta welat çawa bi pêş dikevin û çawa dewlemend dibin tuneye. Dibê ayet hebe…

 

Çend henekên mişt ders

-Yê nikane li ruyê meriv cumleyekê jî li hev ragire, li pey meriv kompozîsyonê dinivîse.

-Min kilît li hundur ji bîr kiribû, min xwest bi pera derî vekim, lê venebû. Wê demê derîyê pere jî nikane veke heye.

Lîwik ji bavê xwe pirsî:

-Bavo, meriv bavê ewladê herî bi xêr yê dinyayê be, ev yek hestekî(hîsekî) çawa ye?

Ji min ra got:

-Ez çi zanim lawê min, her ji kalikê xwe bipirse.

Keçikê ji hevala xwe ra got:

-Şev ne problem e, lê çer radikevim dibe sibe, a ew min dîn dike. Dirêjkirin jî tuneye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE