Arzû, keçikek tirk e, li Almanyayê dijî, xanim fêrî kurmancî bûye. Gava min dît kêfa min hat, min pîroz kir û tiştek li ser nivîsî. Min got bira kêfa wê jî were û him jî kurdên zimanê xwe nizanin şerm bikin.
Lê bala min lê ye gava kurd dibînin yeka/yekî xerîb kurdî fêr bûye, pir mezin dikin, nikanin bawer bikin, şiîran li ser dinivîsin, dîyariyan jê ra dişînin, fena ku rastî mûcîzeyekê hatibin.
Fêrbûna zimanekî ne mûcîzeyeke îlahê ye, ne tiştekî pir ne mezin e, însan fêrî zimanan dibin. Keçika tirk jî însaneke û fêrî kurmancî bûye, karekî dûrî aqilan nekiriye. Hinekî sakîn bin, şiîran li ser nenivîsînin, dîyarîyan jê ra neşînin. Bi hezaran xerîbên kurdî fêrbûne hene. Tirk jî hene.Yê bixwaze kane di nav 6 mehan û salekê da pir-hindik fêrî zimanekî bibe.
Arzû xanim jî qey kêfa wê ji kurmancî ra hatiye ya jî sebebek heye, fêr bûye.
Ev ne tiştekî dûrî aqila ye, ne çêyîyeke bi kurda ye, dilê wê xwestiye ji xwe
ra fêrî kurmancî bûye.
Bi milyonan kurdên rojekê jî neçûne dibistanên tirkî, lê dîsa jî tirkî fêr bûne
hene.
Ez jî rojekê neçûme dibistanên tirkan û tirkî fêr bûme, him jî ji wê gelkî
baştir fêrî tirkî bûme. Bi hezaran kurdên wek min hene. Yanî fêrbûna zimanekî
ne mûcîze ye.
Bi milyonan kurd bi xebatên xwe yên şexsî îngilîzî û zimanên din fêr bûne.
Yanî fêrbûna zimanekî ne mûcîzeyeke, dibê meriv hewqasî jî mezin neke. Lê gelek
kurd gava dibînin xerîbek kurdî zane matmayî dimînin, ji çavên xwe bawer nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar