12 februari 2021

Heta Kurdistan çê nebe tirk me rehet nahêlin

Bi dehhezaran leşkerên Tirkiyê, bi 40 balafir û bi sedan tank- top û sîlehên giran, ev du roj in li çiyayê Gare li hemberî gerîlayên PKKê operasyoneke mezin dimeşînin. Tirkên îslamî-faşîst har bûne, li kurdan bûne gurên har.

Çimkî mêrikan çi dikin, kê dikujin, ku derê dagir dikin ji wan ra dimîne; lema jî dixwazin li başûrê Kurdistanê hin derên din jî dagir bikin û hinek kurdên din jî bikujin.

Tirk, gav bi gav başûr û rojavayê Kurdistanê jî dagir dikin, lê bi cî dibin. Dixwazin bi vî hawî bingeha çêbûna Kurdistanê li van beşan jî ji ortê rakin.

Hetanî ku tirk kanibin bi me, ewê tu carî, li tu derê me rehet nehêlin. Hedefa wan başûr û rojavayê Kurdistanê jî wek bakur, dagir bikin û hukûmetên kurdan yên li herdu beşan jî ji ortê rakin. Dibê em viya bizanibin û li gorî wê hesab û kitabê xwe bikin.

Tirk ne PKKê tenê, dixwazin li başûr û rojava jî tevgera kurd ya siyasî, netewî ji ortê rake, ev hedefa tirkan pir vekirî û zelal e.

 

XXX

Hin însan ne du rû, heft rû ne, tu ruyekî nas dikî, bi ruyekî din derdikeve hemberî te.

Carnan umrê meriv têra naskirina ruyê wan nake.

Bu gur ra dixun, bi şivên ra digrîn.

Nerind û fêsadên herî mezin in, lê kurkê Xocê Xizir li xwe kirine.

Van rojan fêsad, gelac, gurên di postên mîhê da li pîyasî dîsa pir bûne, ji bo ku hêzên kurd bi hev kevin, şerê hev bikin bênabên li defa hawarê dixin.

Guh nedin fêsad û gelacan, şerê nabêna kurdan ji her kesî ra malwêranî ye, tenê dijmin ewê li karê derkeve.

 

XXX

-Ne rast e meriv wek hev qedir bide merivê baş û merivê xerab.

Heger meriv ferqê nexe nabêna merivê baş û merivê xerab, yê baş ewê ji başiyê sar bibe. Û tu yê xerab jî di rêya xerabîyê da cesûrtir bikî.

Sebebê namerd û xayinên me hewqasî pir in û roj bi roj jî pirtir dibin, şêla civatê ye, civat eynî qedir û qîmetê dide baş û xeraban. Ev şêla civatê ya bêpirensîp cesaretê dide xayin û cahşan.

 XXX

 Du teşbîhên balkêş.

-Kûçikê zincîr şikand û çû, tu yê careke din li ber derîyê mala xwe girê nedî.

-Berê çi xweş bû; jinan fedî dikirin, mêr didexisîn. Nuha Mecnûn bi guhar e, Leyla bi guman e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE