11 februari 2021

Ez nizanim çi bi vê axê hatiye ?

Yaho ev axa Kurdistanê jî mubarek çi axeke bi xêr û bereket e, bi canik û camêran ra, her babet namerd û pûşt lê hene. Namerd û pûştên reng rengî ne, babet babetî ne.
Di van salên dawî da wer pir bûne, wer bûne, meriv ji vê axê dikeve şikê.
Gelo çi bi vê axê hatiye, çima hewqas namerd û pûşt û xayinên qewmê xwe lê zêde ne?

Gelo bêbavên tirkan bi genetîka vê axê lîstine?

XXX

Min bikanîbûya minê ev serê xwe biguheranda. Ji derd û qahra kurdan, partiyên kurdî û siyasetmedarên kurd serê min pir tije bûye, dike biteqe.

Bi serîyekî nuh minê rehet bikira.

Li ser partiyên kurdî tiştên pir talûke ji min ra dibêje, Xwedê kir ez bi ya wî nakim, devê xwe digrim.

 

XXX


Heta ku tu ji însanan ra, ji partiyekê ra dibî, tu fêdê digihînê ji te pir hez dikin, pesnê te didin, te didin ser serê xwe.
Lê roja karê wan bi te diqede, ya jî tu ji hêz û qewetê da dikvekî, tu hew kanî jê ra bibî, tu tê jibîrkirin, ji bo wan fena ku tu tunebî.

XXX

Çend henekên mişt ders

-Yê nikane li ruyê meriv cumleyekê jî li hev ragire, li pey meriv kompozîsyonê dinivîse.

-Min kilît li hundur ji bîr kiribû, min xwest bi pera derî vekim, lê venebû. Wê demê derîyê pere jî nikane veke heye.

Lîwik ji bavê xwe pirsî:

-Bavo, meriv bavê ewladê herî bi xêr yê dinyayê be, ev yek hestekî(hîsekî) çawa ye?

Ji min ra got:

-Ez çi zanim lawê min, her ji kalikê xwe bipirse.

Keçikê ji hevala xwe ra got:

-Şev ne problem e, lê çer radikevim dibe sibe, a ew min dîn dike. Dirêjkirin jî tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE