10 februari 2021

Astronotên tirk li fezayê ewê çawa desmêj bigrin?

 


Serokê tikriyê Erdogan do got, ew haziriya xwe dikin, bi xêr û xweşî di demeke nêzîk da ewê herin hêvî.

Vê mizgîniya Erdogan li Tirkiyê olaneke mezin da. Tirkên dîndar ji nuha da haziriya rêwîtiya hive dikin. Lê li alî din ketine heyra, telaşa ewê li wir çawa desmêjê bigrin û çawa nimê bikin?

Di telewîzyonê da ji alimê mezin Prof. Nîhat Hatîpoglu pirsîn, ”li fezayê astronot ewê çawa desmêja xwe bigrin?

Wî jî got, heger av hebe ewê bi avê,  lê heger av tunebe kanin bi 30 xiram ax teyemum bikin.

Yanî gelşa desmêjê û nimêjî çareser bûye, êdî her misilman û dîndar kane bêtirs here hîvê ji nimêja xwe jî nemîne.

Lê ez dibêjim miheqeq di Quranê da li ser desmêja li hîvê ayetek heye, ne mimkûn e tunebe. Alimên tirk ewê wê ayetê bibînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE