10 februari 2021

Wefadarî

Dostekî min ê hêja, rîsipîyekî licî(Mele Bahrî) çend nivîsên min xwendine, kêfa wî pir ji kurmancîya min ra hatiye. Îro telefonî min kir, ev yek ji min ra got, pesnê zelalîya zimanê min da.

Me li hal û demê hev pirsî, hinekî sohbet kir. Em çûn rojên berê, salên 1980î.

Camêr got, dema ez hatim Swêd ez du hefteyan li mala te mam, te gelek qedir da min. Ez wê çêyîya te ru carî ji bîr nakim.

Gotinên dostê min ê ezîz bêguman ez pir dilşa û kêfxweş kirim.

Wefadarî, qedirşînasî ji bo însên xisletên baş in, meriv ne nankor û bêwefa be baş e.

Hin kes hene tu her pênc bêçiyên xwe jê ra bikî mûm û fener jî şêkir tuneye.

Çêyî biçûk, mezin ferq nake, dibê meriv ji bîr neke û qedir bidê.

Gelek sipas ji bo telefon û wefadarîya dostê min ê hêja. Mala te ava be, gelek silav û hurmetên dostaniyê.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye “2023a da emê herin hivê.”

Îcar ewê herin hêvî?

Kuro bêyî wîze hûn nikanin herin Yûnanîstanê, hela carê bêyî herin Ewrûpayê, dûra herin hêvî.

Ez dibêjim sedîsed mesele dîsa kurd in, ji bo kurdan dixwazin herin hîvê.

Qey hinekan jê ra gotiye kurd dikin li Hîvê Kurdistanê çê kin. Ne li erdê tenê, li asîmanan jî gerek li dijî kurdan tedbîra xwe bigre.

XXX

Hin siyasetmedarên rîsipiyên me hîn jî ketine derd û tasaya pêşneketina Tirkiyê.

Meriv matmayî dimîne, nizane çi bibêje, kîjan arî û xweliyê li serê xwe ke?

Tu tû kî jor simêl e, tû kî jêr rî ye. Ne bi avîtin tê, ne bi kuştin tê. Halê me, rewşa me bûye birîna qûnê, ne zer dibe, ne der dibe.

 XXX

Her pirs û her rexne ne hêjayî bersîvê ye.

Hin kes bi umrê xwe mezin in, lê bi aqil û gotinên xwe zarok in. Tu dibêjî belkî por û rî li êş sipî kirine.

Ez ne xwe ji gotinên zarokan aciz dikim û ne jî bersîvê didim wan.

XXX

Canê xanim ji kurdan gazin kiriye, gotiye ez 2 sal û 5 mehan girtî mam, kurd li min xwedî derneketin. Ez bawer nakim buhatanan li kesî dike. Yên ew birin Tirkiyê dibê ji şerm bikin. Lê şerm bikirana wiha nedikirn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE