10 februari 2021

Mêrê tirsonek bi sîngên gewr û boz şa nabe

 4/6/2006
 Netkurd

Êrîşa 17ê gulanê ya ser dadgeha bilind û dûra jî li Anqerê girtina “Grûba Atabey” bêguman du bûyerên gelkî mezin û girîng in.

Piştî bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê, ev cara sisiyan e “dewleta kûr” yanî artêş derbeyek wiha mezin dixwe û birînadar dibe.
Lê di eynî wextê da careke din jî diyar bû ku hukûmeta AKPê newêre raste rast berê xwe bide “dewleta kûr” û wê bigre bin kontrolê.


Ji ber ku serokwezîr û hemû wezîrên AKPê rebenên tirsonek û ji cesareta medenî bêpar in.

Kesê tirsonek nikane xwedî qudret be. Ji ber ku hinavê Erdogan û hukûmeta wî ji leşkeran diqete, loma jî nikanin hukim li wan bikin. Erê def di hustuyê hukûmeta AKPê da ye lê qolik di destê leşkeran da ye, kînga dilê wan bixwaze dikin gurmîn û govenda xwe li ber digrin.

Heger ne ev tirsa ji leşkeran bûya piştî êrîşa ser Şûra Dewletê û girtina “Grûba Gerîlla ya Atabey” divê li Tirkiyê qiyamet rabûya, divê hukûmetê hemû serferamandarên artêşê ji kar bigirta û di heqê wan da lêkolîn bida destpêkirin.

Divê Serfermandar Ozkok îro hîn ne li ser wezîfeya xwe bûya. Lê tirsê xwe bera hinavê siyasetmedarên tirkan daye, li hember leşkeran newêrin eşada xwe jî bînin.

Xwedî kesî nexe vî halî !

Di êrîşa ser Şûreya Dewletê û girtina grûba çeteyên Atabey da li hember “dewleta kûr” pûlis û hukûmetê gelek belgeyên girîng bi dest xistin. Berî her tiştî ji endamên grûba “Atabey” 3 hebên wan “muwazzaf” yanî zabitên hîn li ser kar in. Û hemû jî kesên rutbebilind in. Yên li pişt êrîşa ser Şûra Dewletê jî dîsa leşkerên rutbebilind bûn.

Û ji vê jî wêdetir, endamekî grûba “Atabey” zabitekî “Hereketa Taybet” ya girêdayî Serfermandarê Artêşê ye.

Yanî ne zabitekî biçûk e. Di nava tiştên di malan da hatin girtin da jî gelek belgeyên serfermandariyê yên gelkî dizî hatin dîtin.
Li gor rojname dinivîsin, divê ev belge di nava artêşê da tenê li ba sê çar kesan hebûna. Ji nivîsên pir bi “dizî” bigre, heta bi bombe, mayin, sîleh û krokiyên mala serokwezîr Erdogan û krokiyên dikanên şêwirmendê serokwezîr Cuneyt Zapsûyê kurd jî tê da, gelek cebilxane û belgeyên leşkerî hatin girtin.

Ya din, di van belge û îfadeyên hin kesan da derket ortê, ji bo ku artêşê li hember hukûmetê pîj bikin, ji rast û çep, biryara kuştina gelek kesan hatiye dayin.

Navê kesên wek Demîrel, dadwerên Dadgeha Bilind, hin wezîr, profesorên zanîngehan, şovmenê kurd M.Alî Erbîl, lawê Wezîrê karên hundur Abdulkadîr Aksûyê kurd û gelek kesên din ên bi nav û deng, di lîsteya kesên ewê werin kuştin da derbas dibe.
Yanî ji bo ku artêş dîsa dest deyne ser hukim, ya jî kontrola xwe ya ser civat û hukûmetê xurttir bike, plan û amadeyiya gelek cînayetan hatiye kirin. Jixwe hin berdevkên “dewleta kûr” berî van bûyeran bi rengekî eşkere gotin di meha gulanê da ewê bûyerên gelkî mezin biqewimin. Kesên di êrîşa Şûra Dewletê da hatin girtin jî ev îdîa piştrast kirin..

Lê li hember hemû van belge û delîlan jî Serfermandriyê heta do jî xwe kerr kir û tiştek negot.

Hîn do, Serfermandariyê bi beyanekê ji pûlisan gazin kir û got we çima ev mesele eşkere kir, divê we berê haya me bigihandayê.

Li alî din, di rojanameya Sabah û Hurrîyetê da “berdevkekî” leşkerî hin tiştên din yên tinazwarî gotin.

Li gor Sabah dinivîse, berdevkê leşkerî gotiye bûyer, bûyereke “munferît” e, yanî bi dereke din ve tu têkiliyên wê tuneye. Lê dûra derket ortê ku navê Atabey, navê grûbeke “Hêzên Taybet” e.

Berdevkê leşkerî li ser belge û krokiyên mala serokwezîr û ya Cuneyt Zapsû jî gotiye, tiştên hatine girtin hemû jî dokimanên perwerdê ne û bi tesadufî li wan malan bûne.

Camêr gotiye di perwerdeya tîmîn taybet da normal e ku krokiyên kolanan hebin.

Tu dibê qey li Tirkiyê tenê kolanên Erdogan, Zapsû û M. Alî Erbîl hene. Çima krokiya kolan û mala serfermandarê xwe dernexistine?

Carê ev bersîva leşkeran jî nîşan dide ku perwa wan ji tu kesî tuneye, di bersîvên xwe da jî henekên xwe bi hukûmetê û sîstema dadê dikin. Ji ber ku mêrikan natirsin. Ew zanin dema ew bitirsin, ew nikanin vî hukmî li siyasetmedar û hukûmetan bikin.

Li alî din, di lîsteya kesên ewê werin kuştin da belavkirina navê Demirel û kesên wek wî bi ya min dezînformasyon e. Ji bo ku tenê navê kurdan belav nebe, hin kesên din jî tevê dikin. Biryara kuştina Erbîlê şovmen û lawê Abdulkadîr Aksûyê wezîrê karên hurdur jî nîşan dide ku meriv çuqasî eslê xwe înkar bike û bibe xizmetkarê vê dewleta naylon, xayin jî pere nake, rojekê ew tim yên kuştinê ne. Dixwazî tu serokkomar bî, general ya jî wezîrê karên hundur bî, qet ferq nake. Piştî ku tu kurd î û ji qewmê xwe ra jî nebûyî, maneya xwe ew e ku tu ji wan ra jî nabî.

Wek tê zanîn, ev ne cara pêşî ye ku çeteyên wiha yên girêdayî “dewleta kûr” derdikevin ortê.

Dîsa, ne tenê şexs leşker in, malzemeyên tên girtin jî hemû malê Artêşa Tirk in.
Lê li gel vê jî artêş xwe bêdeng dike û dibêje kesên “teqawit” me alaqeder nake. Û dema zabitên li ser kar bin jî, dibêje, bûyereke “munferît” e, pir ne girîng e.

Heta nuha serfermandarê Artêşa Tirk carekê jî negotiye, ev belgeyên dizî û malzemeyên leşkerî çawa û bi çi riyê ketine destên van kesan?

Û ji bo ku ev belgeyên dizî û malzemeyên leşkerî li ba wan bûye, gelo heta nuha çend kes hatine girtin û çendên wan ceza bûne?

Helbet ceza nebûne û nakin jî. Hin tiştên xwedêgiravî ji mecbûrî dikin jî ji bo xapandinê ye.

Çendakî berê generalekî teqawit gotibû, heger hûn ji bûyera Şemzînan ra bibêjin, “ev grûb çete ye”, wê demê artêş hemû çete ye.

Bi rastî jî wiha ye. Divê em kurd baş bizanibin ku kesên ji artêşê, MÎTê û pûlisan teqawit dibin tu carî ji karên xwe qut nabin û nabin merivên siwîl.
Bi baweriya min hemû leşker û pûlisên teqawit bi hawakî organizekirîne û dema pêwîst be li hember kurdan tên bikaranîn.

Esas sebebê van bûyeran pir vekirî ye:

Artêş şer dixwaze, teşxele û qereperê dixwaze. Ancax bi vî hawî dikane hukum û zordariya xwe bidomîne.

Dema Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewrûpayê, kurd bigihîjin mafên xwe yên netewî ewê hukum ji dest wan derkeve, ewê bibin wek bekçiyên qereqolan.
Loma jî geh mesela kurdan, geh mesela Qibrisê û geh jî mesela dîn û hêzên Îslamî dikin sebeb û pê kursiya xwe diparêzin.
Ji bo kara xwe naxwazin ev mesele çaraser bibin, wan tim zindî dihêlin. Heta carnan jî ji bo berdewamiya wan dibin alîkar. Di mesela Qibrisê û şerê PKKê yê çekdarî da êdî ev yek pir vekirî ye.

Başe çare çi ye?

Çare meşandina siyaseteke bêtirs û cesûr e. Divê hin siyasetmedarên ku serên xwe li hember leşkeran netewînin derkevin. Tirsonek û bêşexsiyetên wek Demirel, Ecevît, Yilmaz, Çîller, Erbeqan û Erdogan nikanin ji emrê leşkeran derkevin, çimkî ev cesareta medenî bi wan ra tuneye.

Tirsa siyasetmedarên tirkan ya ji leşkeran dereceya tirsê jî derbes kiriye, êdî bûye fobî.

Li Tirkiyê her kes ji leşkeran ditirse.
Di normalê da kesê meriv jê bitirse divê meriv jê hez neke. Lê li Tirkiyê ev jî berovacî ye, li gor ankêtan, tirk herî bêtir ji leşkeran hez dikin.
Yanî mêrikan bi teror û xofa xwe ya di dilê milet da qels jî nabin, bîlekis bêtir xurt dibin û tên hezkirin.

Loma jî heta ku hin kesên cesûr dernekevin û vî dîwarê tirsê nehedimînin, halê Tirkiyê ewê tim ev hal be û siyasetmedarên tirk jî li hember leşkeran ewê wiha tim bikin nûze nûz.

Pêşiyên kurdan belasebeb negotine, ”mêrê tirsoneke bi sîngên gewr û boz şa nabe”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE