09 februari 2021

Li ser jiyanê çend gotinên xweş

Hin gotin xweş hatine gotin, di dubarekirina wan da fêde heye, zirar tuneye. Meriv dixwaze ew gotin bi zimanêmeriv jî hebin.

Lema min ev gotinên jêr wergerandin kurmancî. Kê gotine ez nizanim. Kê gotibin xweş gotine.

-Mirina yê hejar, qahpiktîya yê zengîn nayê bihîstin.

-Mêşa di mîza kerê da li qirşekî siwar hatiye xwe kaptan- î derya dibîne.

Jiyan wek çîrokekê ye, ne ku çiqasî dirêj e, merivê wê çiqasî xweş dijî muhîm e.

-Gava dengê ewtînê zêde dibe, meriv fêm dike kevir avêtiye ji dera rast da.

-Hin kesên bi qasî darikekî kibrîtê jî ronahiyê nadin, xwe wek meşaleya olîmpîyatê dibînin.

-Hela bira carê ev toz û dûman belav bibe, tu yê fêm bikî yê tu lê siwar hatiye hesp e, ya ker e…

-Tu gotineke min ji sîya te ra tuneye. Ew jî te meriv dihesibîne û li pey te tê.

-Hin kes bi kirinên xwe biçûk dibin, hin kes bi gotinên xwe mezin dibin

-Ezê bibêjim hinekî însan be! Lê belê naxwazim te di rewşeke zor da bihêlim.

-Hin însa wek pakêta CÎPSê ne, ji %70 hewa ye.

-Ji her tiştî hinek dimîne. Di binê qawanozê da hinek qahwe, di qutuyê da hinek nan, bi însên ra hinek êş dimîne...

-Ne ji kesê bimîne ra dibêjim here, ne jî ji yê dihere ra dibêjim bimîne. Yê bimîne ciyê xwe, yê dihere rêya xwe zane...

-Di jiyanê da sê tişt cewhera însên xwera dike: hêrs, çavbirçîtî û pozbilindî/kibir...

-Texmîn neke derd li ba te tenê heye, yên derdê te nîmet   dizanin hene.
 Mewlane.

 XXX

-Yê li ser tiliyan bimeşe, nikane li hewa bisekine. Yê bi quretî bimeşe, nikane mesafê bistîne. Yê xwe derxe pêş, nikane balê bikşîne. Yê xwe bi heq nîşan bide, meriv guh nadê. Yê pesnê xwe bide, nayê teqdîrkirin. Yê bi serketinên xwe pesnê xwe bide, dawiyê li xwe tîne.

Lao Tsu

2 kommentarer:

PARVE BIKE