09 februari 2021

Çêke û berra kuçê bide

Rojekê yek li rex golekê rûniştibû, ji betalî ji xwe ra bi heriyê dilîst. Yekî ji wir dibuhurî, bîstekê bi meraq bala xwe da mijûliya mêrik û dûre jê pirsî:

-Qewet be, ma tu çi dikî?

-Wele hema ji betalî ji xwe ra însanan çêdikim.

-Malava, ma çêkirina însanan hewqasî rehet e.

-Ma çima ewê ne rehet be! Piştî ku te zikê wan têr nekir, te bi kinc û midas nekir, ma ewê çi zirara wan bigîhîje te? Hema çêke û berra kuçê bide...

 

Deve

Walîyê tirk yekî pir hêrsokî bû. Rojekê piştî gera ji Çiyayê Nemrûd, li Semsûrê dadigere qahwexaneyekê. Jê ra qahwa kizwana îkram dikin. Walî firtekê ji qahwê vedixwe, bala xwe didê mêşek di qahwê da ye. Pir hêrs dibe, ban apê Hesê qahwecî dike, bi hêrs dibêje:

-Pintîyê herem, ji qahwa te mêşek derket !

Apê Hes bala xwe dide fîncanê û walî, dibêje:

-Ji qahwa bi deh qurişî ma qey ne ewê deve derkeve !

 

Bersîva risim

Bîna Recep Tayyip Erdogan teng bû, li oda xwe çû hat, keserek kûr kişand û di ser xwe ra bala xwe da rismê xwe yê bi dîwêr va. Bi melûlî çavê xwe pê ra qurç kir û got:

-Ma wiha here, wê halê te çawa be birako?

Rismê bi diwêr va dardekirî hat zimên, got:

-Wele wer xuya ye dike ewê min ji vir daxînin û di dewsê de te daleqînin!

 

Paşa zane

Du kes ketibûn gewrîya hev, li ser nêr û mêtîya masîyan, kîjan masî nêr e, kîjan mê ye li hev nedikirin. Li ser vê, biryarê dan herin ba masîvanekî û vê yekê jê bipirsin. Dan rê çûn ba masîvanekî, jê pirsîn:

-Bira, ma meriv masiyê nêr û mê kane çawa ji hev bigerîne?

-Ji hêkên wan.

Baş e, le ne dema hêkan be?

-Ji qilçixên wan.

-Le qilçix çênebûbe?

Masîvan got:

-Jê wê da ez nizanim, a çêtir ewe hûn herin ji aşpêjê qesra hember bipirsin.

Zanîna wî hostê qesra sipî jî têr nake, ew jî nikane bersîveke maqûl bide wan. Piştî ji ba mêrik bi rê dikevin, hoste ban wan dike, dibêje:

-Bisekinin, ezê herim ji paşê xwe bipirsim, belkî ew bizanibe.

Ji wan yek, dibêje:

-Ma di vî warî da tu pisporiya (îxtîsasa) paşê heye?

Aşpêj got:

Wele bi tiştekî nizane, lê belê dîsa jî çi bibêje wek wî ye.

 

Boyax

Yekî ji kurdekî qeyserîyî pirsîye, gotiye:

”Ma tu dibêjî ji bo boyaxkirina kerekî ewê çend kîlo boyax lazim be?

Yê kurd bala xwe daye bejn û bala xwediyê pirsê û gotiye:

-Ez dibêjim ji bona kerekî di bejna te da du kîlo ewê têrê bike !

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE