08 februari 2021

Tarîxa min pak e

Ji bo ku heta nuha dagirkerên welatê min silavek nedane min, tu carî cesaret nekirine werin ba min, bi min ra rûnin, bi min ra sohbetê, birr û bazarê bikin ez pir serbilind im.

Elhemdulîla di jiyana min da tu têkilî û tiştekî ku ez ji ber şerm bikim tuneye. Min qelema xwe tu carî nefirot dewleta dagirker, di tu warî da min bi dewleta dagirker û berdevk û delalên wê ra dostî, hevaltî nekir muhabetên bi dizî nekir. 

Ev jî ji bo min serbilindî û serweteke pir mezin e. Erê min ji gelê xwe ra kela fetih nekiriye. Lê belê tiştê ji min hatiye min kiriye.

Ez ji zarokên xwe ra, ji malbata xwe ra nav û tarîxeke pîs û qilêrî nahêlim.

Secereya min pak e, lekeyek, xumamîyek lê tuneye.

Lê yên min reş dikin, yên ji min nefret dikin nikanin viya bibêjin.

 XXX

Farisan, ereban û tirkan, carnan bi navê dîn, carnan bi navê îdeolojiyê xwestine me bindest bihêlin û Kurdistanê jî li xwe bihelînin. Dîn jî, îdeolojî jî her tim kirine xizmeta milet û welatên xwe.

Lê yên me jî ge bi navê dîn, ge bi navê îdeolojiyan dev ji doza azadî û serxwebûna xwe berdane û bûne zilam û xulamên wan.

 XXX

Dibêjin dildarî wek ba û bahozêye, tu nikanî bibînî, lê belê tu kanî hîs bikî.

Hinek bi vî bayî diqefilin, hinek ji ber bi çolan dikevin, hinek jî pê şad û bextewar dibin, wek teyran pê bi asîmanan dikevin. Li ser vî bayî şiîran, çîrokan, romanan dinivîsin, dibin şalûl û bilbil û bi şev û roj wer dixwînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE